Li hemberî tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di serî de li Amed û Rihayê, li gelek bajar û navçeyan çalakiyên nobedê tên lidarxistin. Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan, tecrîd û çalakiyên nobedê ji ANF'ê re nirxand.
'TECRÎD DARBEYEKE LI DEMOKRASIYÊ KETIYE'
Ayhan da xuyakirin, ku tecrîd tê wateya israra neçareserî û şer û bibîr xist, ku Ocalan ji aliyê bi mîlyonan mirovî ve weke vîna siyasî hatiye qebûlkirin. Ayhan diyar kir, gelê Kurd nêzîkatiya li Ocalan weke nêzîkatiya li xwe dibîne û destnîşan kir, ku gelê Rihayê jî bi çalakiyên xwe, vê rastiyê nîşan dide.
Îbrahîm Ayhan bal kişand ser têkiliya navbera polîtîkayên tecrîdê û hewldana darbeya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê û got, "Pêwîste mirov tecrîdê weke darbeyek li demokrasiyê ketiye, bibînin. Desthiltdariya AKP/Qesrê hewl didin hewldana darbeyê ji bo xwe weke firsendekê bi kar bîne. Bi girankirina tecrîdê re dixwazin êrîşên tinekirinê yên topyekûn ên li hemberî Kurdan bidomîne."
Ayhan da zanîn, operasyonên qirkirina siyasî roj bi roj zêde dibin û bal kişand ser hewldanên tesfiyekirin û bêdengkirina çapemenî û hêzên mûxalîf. Parlamenter Îbrahîm Ayhan diyar kir, AKP/Qesr bi meşandina polîtîkayên faşîzan ên li hemberî Kurd û Kurdistanê dixwaze sîstema mêtîngeriyê ji nû ve ava bike û got, "Bi nîqaşên li ser wezîfedarkirina qeyûman, desteserkirina mal û milkên şaredariyan û gavê bi vî rengî, hiqûqa mêtîngeriyê dixe dewrê. Lewma tecrîda li ser Birêz Ocalan parçeyek ji polîtîkaya tesfiyekirin û tinekirinê ye. Ji ber vê yekê, gelekî girîng e ku em hemû bi xeta berxwedana topyekûn rabin. Em di demeke dîrokî de ne, ku di heman demê de pêvajoyeke man û nemanê ye."
'RABÛNA LI BER TECRÎD Û QIRKIRINÊ, ERK Û BERPIRSYARIYEKE DÎROKÎ YE'
Ayhan ragihand, polîtîkaya tecrîdê ya li hemberî Ocalan, îlana şer a li dijî gelê Kurd e û bal kişand ser encamên vî şerî. Ayhan got, "Hemû mirovên alîgirê demokrasî û azadiyê, divê bi ruhê yekîtiyê têbikoşin. Rabûna li ber tecrîd û qirkirinê, erk û berpirsyariya dîrokî ya her kesî ye."