Cenazeyên 2 şervanên YPG’ê li Efrînê ber bi rêwîtiya dawî ve hatin birêkirin

Şêniyên Kantona Efrînê 2 şervanên azadiyê yên ku li herêmên Şehbayê û Şêx Meqsûdê jiyana xwe ji dest dabûn li goristana şehîd Refîq, definkirin.

Bi sedan şêniyên Kantona Efrînê cenazeyên şervanê YPGꞌê Dilxwaz Til Hemîs(Celal Nebo) yê ku di 14ꞌê Tebaxê de li herêmên Şehbayê jiyana xwe ji dest dabû û Endamê hêzên asayîşê Seîd Ebdo yê ku di 17ꞌê Tebaxê de li Taxa Şêx Meqsûdê jiyana xwe ji dest dabû, ji nexweşxaneya Avirîn wergirtin û bi karwanekî erebeyan ber bi goristana şehîd Refîq ketin rê.

Li goristanê merasîma oxirhilanînê bi merasîmek leşkerî destpê kir. Piştre Endamê Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Şêrewa Mehmûd Cefo zilma ku bi serê gel dibe wiha vegot:” Bi berxwedana gelê Rojava û saya pêngava 15ꞌê Tebaxê, gel bi hêza xwe ve xwe ji zulmê rizgar kir û li cîhanê deng veda.”

Her wiha Endamê Rêveberiya hêzên asayîşa Rojava a Kantona Efrînê Hîlal Dêrik jî axivî û êrîşîn her dawî yên ku hêzên rêjîma Baas dijî gelê sivîl ê bajarê Hesekê pêk tîne axivî  û ev tişt anî ziman:” Em destûr nadin ku ti hêz destwerdana axa Rojava bikin.” Li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî Hîlal banga bilindkirina têkoşînê kir.
Piştî axaftinan, nasnameyên her du cangoriyan hatin eşkerekirin.

Her du şehîd di nav tîlîliyên dayikan û dirûşmeyên “Şehîd Namirin” de hatin veşartin.