KJA dixwaze bi rêya kampanyayê tecrîdê bide rakirin
Berdevka Koordînasyona Kampanya Rihayê ya KJA'yê Fatma Dogan destnîşan kir, ku bi kampanya "Ez xwedî li Rêberê xwe, ax û azadiya xwe derdikevin" dixwazin, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bidin rakirin.
HASAN YOLDAŞ
RIHA
în, 19 gelawêjê 2016, 08:12
Li dijî tecrîd û komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, kampanya Kongreya Jinên Azad (KJA) ya bi navê "Ez xwedî li Rêberê xwe, ax û azadiya xwe derdikevin", ku di 5'ê Tebaxê de li Amedê destpê kir, li gelemperiya Kurdistanê belav dibe. Koordînasyona vê kampanyayê ya Rihayê Fatma Dogan armanca kampanya xwe ji ANF'ê re vegot.
'YA KU DARBEKARÊN LEŞKERÎ DIXWESTIN BIKIN, DARBEKARÊN SIVÎL KIRIN'
Dogan da xuyakirin, ku kampanya KJA'yê wê di vê demê de gelekî kêrhatî be û ragihand, ev kampanya wê 6 mehan dewam bike û du mehên destpêkê jî wê bi çalakiyan derbas bibe. Dogan diyar kir, wê di vê çarçoveyê de panel û civînên li tax û gundan bên lidarxistin û bi vî rengî li Kurdistan, Tirkiye û cîhanê kampanyayê bidin bihîstin.
Dogan got, "Em ê li dijî tecrîda li ser Rêberê xwe, kampanyayê mezin bikin û dengê xwe bidin bihîstin" û wiha dewam kir: "Ji ber ku ji 15'ê Tîrmehê dema hewldana darbeya leşkerî û vir ve em bi ti awayî ji Rêberê xwe agahiyê nagirin, vê yekê di nava gelê de rê ber li fikarên mezin vekiriye. Li hemberî Rêberê me tecrîdeke şidandî tê meşandin û serlêdanên ji bo hevdîtinê jî ji ber sedemên kêfî tên redkirin. Polîtîkayên ku darbekarên leşkerî dixwestin pêk bînin, lê bi ser neketin, niha ji aliyê AKP û Serokkomarê Tirk ve bi cih tên anîn. Weke jinên KJA'yî em dibêjin azadiya Rêberê me azadiya gelê Kurd e û ji bo ev pêvajo veguhere çareserî û aştiyê, me dest bi kampanya xwe kirin."
'EM Ê XWEDÎ LI RÊBERÊ XWE, AX Û XWEZAYA XWE DERKEVIN'
Dogan ragihand, ji bo şerê li Kurdistanê bi taybetî li hemberî gelê Kurd tê meşandin bê qedandin û gel hemû bi rengekî azad û wekhev bijîn, wan dest bi kampanyayê kirine û destnîşan kir ku ji bo vê armancê jî mecbûriyeteke ku Ocalan azad bibe. Fatma Dogan da xuyakirin, ku ew ê bi vê kampanyayê ve xwedî li Rêbertî, ax û xwezaya xwe derkevin.
'AZADIYA BIRÊZ OCALAN ESAS E'
Dogan bibîr xist, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 1999'an û vir ve ev 17 sal in dîl hatiye girtin û bal kişand ser polîtîkayên tecrîdê ku di dema dawî de veguheriye tecrîda di nava tecrîdê de . Dogan destnîşan kir, ku bi vê kampanyayê ve ew dixwazin tecrîdê ji holê bidin rakirin û got, "Polîtîkayên li derveyî mirovahiyê li hemberî Birêz Ocalan tên kirin. Ji 15'ê Tîrmehê û vir ve bi ti awayî em agahiyê ji Rêberê xwe nagirin. Ev yek ji aliyê rewşa wî ya tenduristî û ewlekariyê ve me dixe nava fikaran. Ji ber vê yekê cewhera kampanya me ya bi pêşengiya jinê hat destpêkirin, azadiya Birêz Ocalan e. Em li bendê ne ev kampanya were berfirehkirin, bibe sedem ku Rêberê me azad bibe û di vê çarçoveyê de bang li gelê Kurd dikin ku xwedî li Rêberê xwe derkeve."
'KAMPANYA WÊ JI BO RAKIRINA TECRÎDÊ WERE MEŞANDIN'
Endama Koordînasyona Kampanyayê ya Rihayê Ozlem Ekînbaş jî da xuyakirin ku kampanya wan a li Rihayê roja 10'ê Tebaxê bi panela li navçeya Hewengê destpê kiriye û di vê panelê de nexşerêya kampanyayê hatiye ragihandin. Ekînbaş diyar kir, di çarçoveya kampanyayê de ew ê pêkanînên li hemberî Ocalan ji gel re vebêjin û bi vî rengî hewl bidin polîtîkaya tecrîdê pûç bikin.
Ekînbaş der barê kampanyayê de got, "Di çarçoveya kampanyayê de me ji bo navçeyên Rihayê plansaziyek amade kirin. Di vê çarçoveyê de wê li hin navçeyan panel, hin navçeyan jî civîn werin lidarxistin û armanca kampanyayê were vegotin. Her wiha bi beşdariya jinan em ê li navçeyan bimeşin."
'ARMANCA KAMPANYAYÊ RAKIRINA TECRÎDÊ YE'
Ekînbaş ragihand, di çarçoveya kampanyayê de ew ê hewl bidin tevkariyê li avakirina bajarên Kurdan ên ji aliyê AKP/Qesrê ve hatine xerakirin, bikin û got, "Ev gel êdî dizane, heta tecrîda li ser Birêz Ocalan neyê rakirin, hikûmeta heyî ya AKP'ê nikare pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk çareser bike. Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan em jin, em ê bibin pêşengê têkoşînê û di nava her şert û mercî de têbikoşin."
Ekînbaş destnîşan kir, ku giranî û naveroka kampanyayê ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan e û ew ê di vî warî de pêşengiyê bikin."