Şerê li Hesekê dewam dike
Li Hesekê, şerê ji duh bi şev ve li herêmên Mesakin, Neşwa rojhilat û navenda bajêr diqewimin, danê sibehê saet di 5'an de li hin nuqteyan dewam kirin. Bi dehan leşkerên rejîmê hatin kuştin û hin jê jî teslîm hatin girtin.

Şerê ku ji ber êrîşa hêzên rejîmê ya berî du rojan li hemberî navenda Asayîşê destpê kir, dewam dike. Di vî şerî de heta niha bi dehan leşker û çeteyên rejîmê hatine kuştin.
Hêzên rejîmê yên derbên giran ji hêzên Rojava xwarin, duh piştî topbaranê, bi balafiran bombe li hin cihên bajêr barandibûn. Di êrîşên hewayî de 6 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 4 ji wan zarok in. Her wiha 8 sivîl jî birîndar bûn.
Li ser encama şerê duh bi şev, heta niha daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn. Hat ragihandin bi dehan leşker û çeteyên ser bi rejîmê ve ji aliyê YPG û Hêzên Asayîşê ve hatine kuştin. Her wiha hin ji wan jî hatine girtin.