Hêzên rejîmê bi balafirên şer êrîşî 3 taxên Hesekê dike
Balafirên şer ê rejîma BAAS’ê careke din 3 tax û nuqteyên asayîşê yên Hesekê bombe dikin.
Balafirên şer ê rejîma BAAS’ê careke din 3 tax û nuqteyên asayîşê yên Hesekê bombe dikin.
Şerê di domahiya rojê de saet nêzî 17.00’an careke din dijwar bû. Taxên Mesakin, Miftî û Til Hecer saet 17.45’an careke din ji hêla balafirên rejîma BAAS’ê hatin bombekirin.
Hate hînbûn ku êrîşên balafirên şer dewam dikin.
Berdevkê YPG’ê Rêdûr Xelîl têkîldarî êrîşa hêzên rejîma BAAS’ê daxuyaniyek da, diyar kir ku bajar ketober bombe dikin û bi her cure çekên di dest xwe de jî êrîş dikin. Xelîl destnîşan kir ku gotinên wek “Rejîmê agirbes îlan kir” yên ji aliyê alîgirên rejîmê tên weşandin jî derewek mezin e ku armanca wê kêmkirina zexta raya giştî ye.