Hevserokê Yekîtiya Ragihandina Azad a Rojavayê Kurdistanê Ekrem Berekat girtina rojnameya Ozgur Gundemê û êrîşên li Tirkiyeyê li hemberî çapemeniya azad dikin, ji ANF'ê nirxand û got, "Çawa ku dewleta Tirk ji bo veşartina rastiyan êrîşî çapemeniya azad dike, li Başûrê Kurdistanê jî PDK êrîşî rojnamevan û weşanên li ser xeta çapemeniya azad dike. Yanî, çawa ku di dijberiya Kurdan de polîtîkayeke mîna hev dimeşînin, ji bo fetisandina xeta çapemeniya azad a Kurdan jî weke hev êrîş dikin."
'OZGUR GUNDEMÊ KEVNEŞOPIYEK AFIRAND'
Ekrem Berekat da zanîn, ji dema avabûna çapemeniya alternatîf û vir ve êrîşên dewleta Tirk bênavber dewam kirine û hewl daye çapemeniya azad bêdeng bike. Berekat bal kişand ser berxwedana Ozgur Gundemê ku heta roja îro jî dewam dike û destnîşan kir, ku vê yekê kevneşopiyeke çapemeniya azad afirandiye.
'EM JÎ ROJAVA VÊ KEVNEŞOPIYÊ ESAS DIGIRIN Û ROJNAMEVANIYÊ DIKIN'
Berekat da zanîn, weke rojnamevanên li Rojavayê Kurdistanê ew vê kevneşopiya çapemeniya azad a Ozgur Gundemê ji xwe re esas digirin û got, "Weke rojnamevanên li Rojavayê Kurdistanê, di destpêka karê xwe de me ji çapemeniya azad a li ser xeta Ozgur Gundemê hêz û moral girt. Ez duh ji Minbicê hatim. Rojnamvanên Rojavayî yên li ser xeta çapemeniya azad, îro li eniyên şer karê xwe dikin. Gelek hevalên me, dema karê xwe dikirin jiyana xwe ji dest dan. Van hevalên me ev xet ji xwe re esas girtin û di nava şert û mercên herî dijwar de hewl dan rojnamevaniyê bikin. Ev ruhek e, ruhê rojnamevaniya rast e. Di afirandina vî ruhî de rola Ozgur Gundemê gelekî girîng e. Ti tişt, mirin jî nikare me bisekinîne." Berekat ragihand, êrîşên li hemberî çapemeniya azad di dema desthilatdariya AKP'ê de zêde bûn û hovîtiyên di vê demê de li qadên berxwedanê yên Bakurê Kurdistanê û gelemperiya Kurdistan û Tirkiyeyê li rojnamevanên çapemeniya azad hatin kirin, bibîr xist.
'POLÎTÎKAYÊN PDK Û AKP'Ê WEKE HEV IN'
Berekat da xuyakirin, ku li Başûrê Kurdistanê jî rojnamevanî û saziyên çapemeniyê yên xwe ji çaepmeniya azad xwedî dikin, bi pêş ketine û anî ziman, PDK jî mîna AKP'ê bi rengekî faşîst êrîşî vê kevneşopiyê dike.
Ekrem di vê mijarê de got, "Çawa ku dewleta Tirk ji bo veşartina rastiyan êrîşî çapemeniya azad dike, li Başûrê Kurdistanê jî PDK êrîşî rojnamevan û weşanên li ser xeta çapemeniya azad dike. Yanî, çawa ku di dijberiya Kurdan de polîtîkayeke mîna hev dimeşînin, ji bo fetisandina xeta çapemeniya azad a Kurdan jî weke hev êrîş dikin. PDK'ê jî mîna dewleta Tirk gef li gelek rojnamevanan xwar û revand. Yek ji saziyên girîng ên kevneşopiya çapemeniya azad DÎHA ye, PDK'ê buroya DÎHA'yê jî girt. Herî dawî nûçegihanê ajansa RojNewsê Wedat Hisên Elî li Duhokê revandin û bi îşkenceyeke giran qetil kirin. Mîna ya dewleta Tirk, medyayeke qeşmer a PDK'ê jî heye. Ji aliyekî ve hewl dide bi îşkence, komkujî û êrîşên bi her rengî çapemeniya azad bêdeng bike, li aliyê din jî bi medya xwe ya qeşmer ve hewl dide rastiyan li gorî berjewendiyên xwe berevajî bike û civakê bixapîne."
'DIVÊ ROJNAMEVAN HEMÛ PIŞTGIRIYÊ BIDIN OZGUR GUNDEMÊ'
Ekrem Berekat diyar kir, kevneşopiya çapemeniya azad a bi Ozgur Gundemê re li Bakurê Kurdistanê destpê kir, ruhekî neteweyî û demokratîk afirand, pêşengî ji şoreşên gel re kir û destnîşan kir, ku weke rojnamevanên li Rojavayê Kurdistanê ew ê êrîşên dewleta Tirk, çeteyan û nokeran ti carî qebûl nekin.
Berekat di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: "Em van êrîşan şermezar dikin. Û bang li hemû rojnamevanên rasteqîn ên li cîhanê dikin ku ji bo piştgiriyê bidin Ozgur Gundemê çalakiyan lidar bixin. Pêwîste çapemeniya alternatîf a li cîhanê bi berpirsyariya xwe rabe. Weke rojnamevanên li Rojavayê Kurdistanê, em ê li ser xeta wan bi erka xwe rabin û heta dawiyê destekê bidin wan."