Hevserokatiya Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê, der barê rewşa dawî ya herêmê û êrîşên rêjîma Baas ên li ser bajarê Hesekê, daxuyaniyek nivîskî da.
Daxuyanî wiha ye:
” Hêzên QSDꞌê şerê terorê dikin, gelên herêmê ji zilm û zordariya çeteyên DAIŞꞌê rizgar dikin û armanca wan ew e ku civaka xwe li ser esasê neteweya demokratîk, xwişk û biratiya gelan ava bikin. Hêzên asayîşê jî ewlehiya hundirîn diparêzin. Her wiha saziyên Rêveberiya Xweser bi hemû derfetên xwe, hewl didin jiyaneke bi rûmet ji gelê herêmê re ava bikin. Di heman demê de, rêjîma Baas û çeteyên xwe li bajarê Hesekê sivîlan hedef digire. Rêjîma Baas bi vê yekê hewl dixwaze hêzên me, şerê çeteyan nekin. Rêjîm di êrîşa li ser gelê me de, çekên giran bikar tîne û taxên sivîlan hedef digire, di encama van êrîşan de, hejmarek sivîl jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Rêjîma Baas li Hesekê tola binkeftina çeteyên DAIŞꞌê li Minbicê (mezintirîn bajarên bakurê Sûriyeyê ye). Rêjîm binkeftina DAIŞꞌê li Minbicê wekî binkeftina xwe dibîne, lê jibîr kiriye ku wî gelê me 3 salan di bin zulma terora DAIŞꞌê de hiştiye, jibîr kir ku ew berpirsyarê trajediya ku gelê me jiyaye.
Ev yek dide xuyakirin ku tola binkeftina terorê û hewldanên me yên avakirina sîstemeke azad û demokratîk li ser esasê biratiya gelan û jiyana hevbeş, hildide. Ji ber vê yekê gelê me yê Hesekê ditirsîne.
Rêjîma Baas hucreyên xwe (Dîfa Wetenî) ava dike û hewl dide tevlîheviyan li herêmê derbixe. Hucreyên Dîfa Wete. Pevçûnên ku li Hesekê rû didin, sedema wan her demê Dîfa Wetenî ye. Lê her carê bi mudaxeleya rûsipiyên bajêr bi agirbestekê bidawî dibe.
Îro rêjîma Baas êrîşî bajarê Hesekê dike. Di heman demê de jî, çeteyên girêdayî dewleta Tirk êrîşî taxa Şêxmeqsûd a Helebê dikin. Ev yek dide nîşandan ku bi armanca têkbirina serkeftinên gelê me û hedefgirtina ewlehiya herêmên me, rêjîma Baas bi dewleta Tirk re, di nava kordîneyê de ye.
Em êrîşên li ser bajarê Hesekê şermezar dikin û bang li hemû pêkhateyên herêmê dikin ku li hember van siyastan tedbîrên xwe bigirin. Divê em li hember van kiryarên rêjîmê û çeteyên wê hevbigirin û Sîstema Federal a ku azadî û biratiya gelan misoger dike, ava bikin. Em bi hêzên xwe bawerin ku ew ê bikaribin bersiva êrîşên li ser me bidin.”