Hevserokê DBP’ê yê Navçeya Melazgirê hate binçavkirin
Piştî polîsên Tirk avêtin ser avahiya DBP’ê ya Navçeya Melazgirê, bi saetan lêgerîn pêk anîn, Hevserokê DBP’î Mûrat Kiziltaş binçav kirin, di avahiyê de jî xisarek mezin li pey xwe hiştin.
Piştî polîsên Tirk avêtin ser avahiya DBP’ê ya Navçeya Melazgirê, bi saetan lêgerîn pêk anîn, Hevserokê DBP’î Mûrat Kiziltaş binçav kirin, di avahiyê de jî xisarek mezin li pey xwe hiştin.
Li navçeya Melazgir a Mûşê, danê êvarî polîsên Tirk bi wesayîtên zirxî avêtin ser avahiya DBP’ê ya Navçeyê. Deriyên avahiyê bi balyozan hatin şikandin, bi saetan lêgerîn pêk hat û herî dawî jî polîsan avahî kirin mîna xirbeyekî. Wêneyên gerîlayên HPG’ê û şervanên YPG’ê yên bi dîwara hatine daliqandin, belgeyên fermî yên partiyê hatin desteserkirin. Piştî lêgerînê jî Hevserokê DBP’ê yê Navçeya Melazgirê Mûrat Kiziltaş binçav kirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.