MSD: Di êrîşa li Hesekê de destê Tirkiye û Îranê heye

MSD êrîşa rejîma Sûriyeyê ya li hemberî Hesekê şermezar kir û diyar kir, ev lîstikeke qirêj e ku Tirkiye û Îran jî di nav de ne. MSD, bang li gelê Hesekê kir ku yek bin.

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD), li ser êrîşa rejîmê ya li hemberî Hesekê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de êrîşa rejîma Baas û qetilkirina sivîlan hat şermezarkirin. Meclîsê ji malbatên mirovên jiyana xwe ji dest dane re sersaxî û ji birîndaran er jî şîfa xêrê xwest.

Daxuyaniya Meclîsê bi vî rengî ye:

 “Ev êrîş piştî azadkirina Minbicê pêk hat, ev jî nîşan dide ku ev lîstikeke qirêjî ye. Ev lîstika qirêj li gel ku berjewendiyên Tirkiyê û Îranê li hev naguncin jî lê ji ber dijminatiya wan a hevpar a li dijî Kurdan û dijberiya wan a li dijî projeya Sûriyeya Demokratîk digihijin hev û ev lîstika van du dewletan e.’’
MSD’ê destnîşan kir ku ev êrîş piştî hevdîtinênên di navbera wan aliyan de pêk hatine û ev tişt dan xuyakirin: “ Ev êrîş piştî hevdîtinên wan  aliyan û serkeftina hemleya rizgarkirina Minbicê ji terorê, pêk hatin. Her wiha piştî serkeftinên mezin ên QSD’ê yên li dijî terorê, pêk hatin. Bi dawîkirina DAIŞ’ê li Sûriyê ne ji berjewendiyên hêzên weke Tirkiyê ye, ji ber wê yekê ew dikevin nava van hewldanan. Her wiha Tirkiye niha Fobiya Kurdan jiyan dike.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku li bajarê Hesekê piranî Ereb dijîn her wiha, Kurd, Suryan û Asûrî jî hene, yanî ev êrîşeke li hember hemû pêkhateyan e.

RISTA PDK’Ê 

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser rista PDK’ê ya di êrîşan de û ev tişt hatin gotin: “ PDK’ê bi riya sorkirina endamên hin partiyan li dijî  yên din û organîzekirina meşên li djî Rêveberiya Xweser, ewlehiya li herêmê têk dibe.”

Di daxuyaniyê de her wiha hat destnîşankirin ku ev êrîşa li Hesekê bi awayekî hemwext bi êrîşên çeteyên  koalisyonê yên li taxa Şêxmeqsûd pêk hat û wiha hat domandin: “ Ev yek  nîşan dide ku rejîm û çeteyan di warê dijberiya projeya Sûriya Demokratîk hemfikr in. Ji aliyekî din ve, di mijara bajarojaka Ray de, di navbera çeteyên koalisyonê û çeteyên DAIŞ’ê de  ku desteka xwe ji Tirkiyê digrin, pevguhertin çêbû.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku rejîmê ders ji dîrokê negirtin û wiha hat domandin: “Rejîm niha hevpeymana Edene ya ku di navbera rejîma Sûriyê û Tirkiyê de pêk hat û Erdogan Beşar weke dîktator bi nav kir. Lê paşê Erdogan ji vê binavkirinê vegeriya û bi Sûriyê re ket nava têkiliyan.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû pêkhateyên bajarê Hesekê hat kirin ku li hemberî hişmendiya şovenîst a rejîma Baas, yek dest bin û fêrî rêbazên xweparastinê bibin."