Gerîlayan li dijî polîtîkayên tecrîd û êrîşê, gelek çalakî li dar xistin

Di çalakiyên gerîlayên HPG’ê de gelek leşker hatin kuştin, hejmarek zêde wesayîtên leşkerî jî hatin derbkirin. Li nêzî gundê Şabelût ê Xîzanê, gerîlayan li hemberî wesayîta zirxî ya Kobra çalakî li dar xistin, 8 leşker kuştin.

Di çalakiyên gerîlayên HPG’ê de gelek leşker hatin kuştin, hejmarek zêde wesayîtên leşkerî jî hatin derbkirin. Li nêzî gundê Şabelût ê Xîzanê, gerîlayan li hemberî wesayîta zirxî ya Kobra çalakî li dar xistin, 8 leşker kuştin, 7 leşker jî birîndar kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand diyar kir ku “Li dijî polîtîkayên dewleta Tirk û AKP’ê ku di serî de polîtîkaya Îmraliyê tê, polîtîkayên êrîşê yên nû ku li Kurdistanê xistiye meriyetê û li hember siyaseta şewitandin û hilweşînê ya li Kurdistanê ku li Licî hate dîtin, hêzên gerîlayên HPG’ê çalakiyên berfireh li dar xistin. HPG’ê detayên çalakiyên ku li dijî zextên li ser gelê Kurdistanê û hêzên demokrasiyê û her wiha êrîşên bi pêşxistina tifaqa antî-Kurd ya ku Kurdan li derve dihêle hatiye lidarxistin, wiha parve kir:

LI XÎZANÊ GELEK LEŞKER HATIN KUŞTIN

“17’ê Tebaxê saet 17.00-19.00 hêzêne me li sêgoşeya Xîzana Bedlîsê, Berwariya Sêrtê û Miksa Wanê çalakiya kontrola rê kirin. Gerîlayên me li vê derê nasnameya kontrol kirine û têkildarî pêvajoyê gel hatiye agahdarkirin. Piştî çalakiyê li ser qadê balafirên bêmirov û helîkoptêrên bi tîpa Kobra çûn û hatine. Saet 22.30’an balafirên şer ên artêşa TC’ê gund û berpalên Haret û Akkunusê yen Xîzanê dane ber bombeyan. Dîsa saet 23.00’an helîkoptêrên bi tîpa Kobra li girê Hemata, Haret û li ber palên gundên Azê xistiye. Piştî bombeyan rez û werz û baxçeyên gundiyan ziyan dîtine.

18’ê Tebaxê berê sibehê artêşa TC’ê li qadên Nizara Azê û Deşta Xeyda operasyon daye destpêkirin. Saet 08.00’an bi helîkoptêrên Skorsky xwestiye ku leşkeran li qadê deyne. Saet 09.00’an hêzên me çalakî bi ser wan de birin. Ji lêxistina nêzîk 1 jê kontra 1 leşker hate kuştin û 3 jê birîndar bûn. Piştî şerê ku rû dayî helîkoptêra Kobra li qadê xistiye û şewat derketiye. Cerdevanên ku bi artêşa TC’ê re tevdigeriyan saet 13.00 paş ve vekişiyan; di dema vekişînê de araziya di navbera gundên Xalepûr û Sûrehê de yên Xîzanê dane berê gir.

Hêzên me yên ku saet 13.00’an ji operasyonê vekişiyane li nêzî gundê Şabelûtê bi ser wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kobra de çalakiyeke sabotajê li dar xistine. Di vê çalakiyê de wesayita zirxî ya bi tîpa Kobra hate rûxandin, 8 leşker hatin kuştin û 7 jê jî birîndar bûn. Di encama şerê bûyî de, hevalê me Medenî li dijî dijmin bi lehengî şer kir û şehîd ket.

LEŞKERAN AGIR BERDAN ERAZÎ

18’ê Tebaxê saet 14.30’an hêzên me bi ser qereqola Ricle ya Betlîsê çalakiyek li dar xistiye. Li ir wesayîteke zirxî ya bi tîpa Kobra di dema pevguherandina leşker de bi çekên navîn û ferdî yên hêzên me leşkeran derb xwarin. Hijmara mirî û birîndaran a di wesayitê de ku derb xwarî nehate zelalkirin. Piştî çalakiyê qereqolê derdora xwe bi tofelaqî reşandiye û li zeviyan şewat derketiye.

GERÎLAYÊN YJA STARÊ LI DIJÎ LEŞKERÊN KU LÊGERÎN DIKIRIN ÇALAKIYA SÛÎQESTÊ LI DAR XISTIN

18’ê Tebaxê saet 12.00’an artêşa TC’ê ketiye gundê Dawûşa ya Çelê ya Colemergê, mal dane valakirin û li malan geriyaye. Bi ser leşkeran de ku li malan digeriyan gerîlayên me yên YJA Starê gelek çalakiyan suîqaskî hatin kirn. Piştî çalakiyê dijmin ji gund derketiye.

LI DIJÎ GIRÊ KU PARASTINA TÛGAYA ŞIRNEXÊ DIKIR ÇALAKÎ HATE LIDARXISTIN

16’ê Tebaxê berêvarkî bi ser girê Tugaya Şirnexê de bi çekên navîn û ferdî çalakiyek hate lidarxistin lê hijmara mirî û birîndarên wan nehate zelalkirin.

LI RÊYA ŞIRNEX-SÊRTÊ NASNAME HATIN KONTROLKIRIN

16’ê Tebaxê berêvarî û 17’ê Tebaxê saet 06.00’an gerîlayên me rêya Şirnex-Sêrtê kirine bin kontrola xwe, kontrola nasnameyan kirine û têkildarî pêvajoyê gel hatiye agahdarkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê li nêzî gundê Mila Kêrê xwest ku bi ser hêzên me de were. Saet 10.30’an gerîlayên me ji girekî asê leşker kirine bin kontrola xwe û çalakiyek bi ser wan de anîne. Di vê çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin û 1 jê jî birîndar bû. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê xwest ku bi wesayitên zirxî êrîşê bîne ser me lê hêzên me bi çekên giran derb li wesayitên zirxî yên bi tîpa Kobra xistine. Herwiha hêzên me heya 01.00’an bi hawanan li qada ku leşker lê ne, xistine. Hijmara mirî û leşkerên vê derê nehatine zelakirin.

Komeke me ya dî ya gerîlayan jî rêya Şirnex- Navyana Şêxa xistine bin kontrola xwe, li vê derê têkildarî tecrîda li ser Rêbertiyê agahdarî hatine kirin. Rêyên ku hatine girtin heya 18’ê Tebasxê di destê hêzên me de mane.

 Di vê navê de artêşa TC’ê ji tabûra Çelê Nimêja, Qereqola Qeymaqamiuê ya Kaniya û Tugaya Şirnexê bi çekên giran li Mila Kêrê, Rîsor û Navya Şêxan xistiye. Di encamê de hemû zeviyaên heyî şewitîne.

Nasnameya hevalê me yê ku şehîd ketî wiha ye;

 Nasnav: Medenî Dag

Nav û Paşnav: Mehmet Ozdemîr

Cihê Jidayikbûnê: Bedlîs

Navê Dayik û Bav: Ayten –Necmettîn

Cih û Dîroka Şehadetê: 18 Tebax 2016/Bedlîs”

...