Li Xelfetiyê nobeda ji bo Ocalan
Li Xelfetiyê, nobeda li dijî li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike. Di çarçoveya vê nobedê de çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.
Li Xelfetiyê, nobeda li dijî li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike. Di çarçoveya vê nobedê de çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.
Li Xelfetiyê, nobeda li dijî li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike. Di çarçoveya vê nobedê de çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Çalakî li Parka 4'ê Nîsanê hat lidarxistin û tevî Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan, Hevşaredarên Xelfetiyê û rêveberên HDP û DBP'ê yên bajar û navçeyan bi sedan kes tevlî bûn.
Heveroka HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu li vir ji gel re axivî û diyar kir, komkujiya li Dîlokê bi destê çeteyan li hemberî Kurdan hat kirin, manîdar e ku di roja eşkerekirina deklarasyona KCK'ê de rû da. Surucu da xuaykirin, ku ev êrîş li hemberî her kesî hatiye kirin û got, "Di demekê de ku aştî û çareserî ji nû ve ketin rojevê, bombe hat teqandin, komkujî hat kirin. Di vir de destek û israra AKP'ê ya ji bo şer, heye. Lewma bombe diteqin. Em vê êrîşê bi tundî şermezar dikin. Baweriya me hê jî bi çareseriya demokratîk heye û em ê têkoşîna xwe ya di vî warî de bidomînin."
'HETA RÊBERÊ ME AZAD BIBE...'
Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan piştre axivî û anî ziman, weke HDP ji bo bidawîbûna şer û parastina jiyana mirovan, çi ji destê wan tê ew dikin, lê belê AKP/Qesr naxwaze van hewldanên wan bibîne.
Dîlek Ocalan da xuyakirin, ku komkujiya li Dîlokê encama polîtîkaya AKP/Qesrê ye û ragihand, eger komkujiyên li Amed, Pirsûs û Enqereyê bihatina ronîkirin, wê ev komkujî nebûya.
Dîlek Ocalan di dewama axaftina xwe de diyar kir, divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derhal were rakirin, muzakere bê destpêkirin û got, "Heta encamek jê derkeve û Rêberê me azad bibe, em ê têkoşîna xwe bidomînin."
Piştî axaftinan, hat ragihandin ku çalakiya di rêzê de wê roja 29'ê Tebaxê were lidarxistin û banga tevlîbûnê hat kirin.