Di şerê Hesekê de herî kêm 53 leşkerên rêjîmê teslîmî YPG’ê bûn
Di şerê bajarê Hesekê de ku 16’ê Tebaxê destpê kir, hejmara leşkerên rêjîmê yên ku heta niha hatine girtin û xwe teslîm kirine gihişte 53`yan.
Di şerê bajarê Hesekê de ku 16’ê Tebaxê destpê kir, hejmara leşkerên rêjîmê yên ku heta niha hatine girtin û xwe teslîm kirine gihişte 53`yan.
Di 16’ê Tebaxê de hêzên rêjîmê û pêxwasên wan êrîşî welatiyên sivîl û navendên Asayîşê kirin. Li ser vê yekê hêzên Asayîşê bersiv dan û şer qewimî. Piştî şer hinekî din dijwar bû, vê carê jî hêzên YPG’ê mudaxele kir û şer gurtir bû. Di şer de bi dehan leşkerên rêjîmê û pêxwasên wan hatin kuştin. Li gor nûçeya ANHA’yê hejmara leşkerên teslîm bûne û dîl hatine girtin gihîşte 53`yan.