Li Dîlokê faşîstên Tirk êrîşî merasîma cenazeyê kirin
Faşîstên Tirk êrîş birin li ser merasîma cenazeyê ya Kûmrû Îlter û Ahmet Toraman ku dema qetlîama Dîlokê de jiyana xwe ji dest dan û hewl dan definkirina cenazeyan asteng bikin.
Faşîstên Tirk êrîş birin li ser merasîma cenazeyê ya Kûmrû Îlter û Ahmet Toraman ku dema qetlîama Dîlokê de jiyana xwe ji dest dan û hewl dan definkirina cenazeyan asteng bikin.
Malbatên Kûmrû Îlter (13) û Ahmet Toraman ku dema qetlîama Dîlokê de jiyana xwe ji dest dan, piştî cenazeyên zarokên xwe wergirtin, xwestin li Goristana Yeşîlkentê ya ku yên hatine qetilkirin lê tên definkirin veşêrin.
Dema cenaze ji goristana mizgeftê dihatin wergirtin, komek faşîstên Tirk ku alên Tirkan girtibûn destên xwe, hewl dan malbatê asteng bikin. Gotin, “Cenazeyê leşker heye” û anîna cenazeyan dereng xistin.
Li ser vê yekê jî Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl li Walî geriya û li vir hate zelalkirin ku ti cenazeyên leşkeran nîne.
Piştre malbatan û gel hewl dan dîsa cenazeyan bigirin, lê faşîstan bi tekbîran êrîşî gel kirin.
Gel ket xweparastinê û şerê bi kevir û daran destpê kir.
Tevî polîs û leşker hatine goristanê jî heta niha ti destwerdan nekirine.
Parlamenterên ji bo merasîma cenazeyê hatine bi jendermeyan re daxivin.
Leşkeran gotin, “Eger hûn dirûşmeyekê jî bavêjin em ê mudaxele bikin.”
Faşîstan xwe dûrî goristanê kişandin, definkirina cenazeyan destpê kir.