'Dewleta Tirk çareseriyê naxwaze, kaosê dixwaze'
Rewşenbîrên ji Başûrê Kurdistanê dan xuyakirin, ku êrîşa li Dîlokê karê eniya dij bi Kurd e û li hemberî komkujiyan banga yekîtiya neteweyî li hêzên Kurd kirin.
Rewşenbîrên ji Başûrê Kurdistanê dan xuyakirin, ku êrîşa li Dîlokê karê eniya dij bi Kurd e û li hemberî komkujiyan banga yekîtiya neteweyî li hêzên Kurd kirin.
Rewşenbîrên ji Başûrê Kurdistanê diyar kirin, dewletên herêmê bi konsepteke nû êrîşî destketiyên Kurdan dikin û gotin, "Yekane rêya rabûna li ber komkujiyan û garantiya destketiyan Yekîtiya Neteweyî ye. Pêwîst hemû hêzên Kurd li dora yekîtiya neteweyî bi lezgînî li hev bicivin."
DEWLETA TIRK BI ŞER BERSIV DA DEKLARASYONA DEWLETA TIRK
Rewşenbîrên ji ANF'ê re axivîn dan xuyakirin, ku bi êrîşa li Dîlokê bersiv ji deklarasyona KCK'ê re hatiye dayîn û destnîşan kir, ku ev yek nîşan dide, wê dewleta Tirk di şer de israr bike. Rewşenbîran êrîşa li Hesekê û hewldanên dewleta Tirk ên li Cerablûsê jî weke hewldanên ji bo tinekirina destketiyên Kurdan bi nav kirin.
Ji van rewşenbîran Ahmed Arîf da zanîn, deklarasyona KCK'ê ji bo dewleta Tirk şensek e, lê belê êrîşên tên kirin nîşan didin, ku wê bersiveke erênî jê re neyê dayîn.
Arîf got, "Yên dixwazin şerê li Tirkiyeyê bisekine, timî bangê li KCK'ê dikin. Helwesteke hêja ye ku KCK'ê bersiv da van bangawaziyan. Ji niha û pê ve ya girîng, helwesta dewleta Tirk a li hemberî van bangawaziyan e. Ji xwe ya ku bersivê bide daxuyaniya KCK'ê, dewleta Tirk e. Ji bo vê jî divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd were rakirin. Lê belê, êrîşên tên kirin nîşan didin, ku wê careke din bi şer bersiv ji banga aştiyê re bê dayîn."
LI DIJÎ ÊRÎŞAN, YEKÎTIYA NETEWEYÎ ŞERT E
Arîf destnîşan kir, ku şert e gelê Kurd bi yekîtiya neteweyî bersivê bide êrîşan û got, "Ez bang li hemû hêzên Kurdan dikim. Yekane rêya pûçkirina van êrîşan Yekîtiya Neteweyî ye. Bi tifaqên qirêj ên dij bi Kurd hewl tê dayîn bi rengekî topyekûn Kurd bên tesfiyekirin. Dema mijar Kurd bin, qanûn, exlaq, pîvan ji nedîtî ve tên. Êrîşên li Rojava û Bakur tên kirin, tevahiya Kurdistanê hedef digirin. Divê her kes zanibe; eger berxwedana li wan deran bê şikandin, wê rewşa Başûr jî xetere be."
DEWLETA TIRK ÇARESERIYÊ NAXWAZE, KAOSÊ DIXWAZE
Ji rewşenbîran Mehmed Saîd jî da xuyakirin, ku bi deklarasyona KCK'ê re rêyên çareserî yan jî kaosê derketine pêşiya Tirkiyeyê û got, "Êrîşên li Dîlok û Rojava nîşan didin, ku dewleta Tirk rêya duyemîn tercîh kiriye."
Saîd diyar kir, li herêmê tifaqeke nû ya şer a dij bi Kurd ava bûye û bal kişand ser dîplomasiya hêzên herêmê ya di dema dawî de zêde bûye û konsepta êrîşa hevpar a li hemberî Kurdan.
Saîd bibîr xist, ku dewleta Tirk, navê PKK û tevgera azadiyê ya Kurd bi rêxistina xwînxwar DAIŞ'ê bilêv dike û got "Ev yek ne tiştekî rasthatî ye. Bi vî rengî dixwaze Kurdan terorîze bike û êrîşên xwe jî rewa nîşan bide. Ev êrîş bi rengekî gelekî xetere tê kirin, ku tevî sivîlan her kesî hedef digire. Jİ ber vê yekê, Kurd ancax bi yekwicûd dikare li dijî van êrîşan derkevin û bersivê bidin."