Ji Hewlêrê ber bi Zagrosê ve
Ji bo hilgirtina barê şoreşê û azadiya gelê Kurd, ji çar parçeyên Kurdistanê ciwan ref bi ref berê xwe didin qadên azad. Yek ji van ciwanan jî Dilşad Gabar e, ku di vê dema şerê giran de ji Hewlêrê berê xwe daye çiyê.
Ji bo hilgirtina barê şoreşê û azadiya gelê Kurd, ji çar parçeyên Kurdistanê ciwan ref bi ref berê xwe didin qadên azad. Yek ji van ciwanan jî Dilşad Gabar e, ku di vê dema şerê giran de ji Hewlêrê berê xwe daye çiyê.
Ji bo hilgirtina barê şoreşê û azadiya gelê Kurd, ji çar parçeyên Kurdistanê ciwan ref bi ref berê xwe didin qadên azad. Yek ji van ciwanan jî Dilşad Gabar e, ku di vê dema şerê giran de ji Hewlêrê berê xwe daye çiyê.
BERIYA BIBIM GERÎLA, PÊŞMERGE BÛM
Gerîlayê HPG'ê yê bi navê Dilşad Gabar yê ku bi eslê xwe ji gundê Darbena yê bi ser bajarê Hewlêrê ye, komkujiyên ku li bajarên Kurdistanê diqewimin ji nêz de dişopîne û di sala 2015'an de biryara tevlîbûna nava refên gerîla dide. Gerîla Dilşad tevlîbûna xwe bi van gotinan vedibêje; "Min PKK di sala 2010'an de nas kir, lê ji ber zordestiya PDK'ê min nekarî tevlî bibim. Ji xwe malbat jî di sala 2011'an de ez şandim ji bo ku pêşmergetiya PDK'ê bikim. Min li Mihwera Xazir ya nêzî Şengalê pêşmergetî kir. Lê min qet nedixwest biçim, her baldariyek min a pir cUda li hember PKK'ê hebû. Jiyana min a di nava pêşmergeyan de her di nava tengezarî û tenêtiyê de derbas dibû. Ji ber vê jî piştî 3 mehan ji nav pêşmergeyan reviyam û ji ber vê sedemê jî nêzî salekê ji aliyê asayîşa PDK'ê ve hatim girtin…"
HER ROJEK MÎNA SALEKÊ DERBAS DIBÛ
Ciwanê Hewlêrî Dilşad rojên xwe yên zindanê bi vî rengî tîne ziman; "Malbata min dizanibû ku ez naxwazim pêşmergetiyê bikim û êdî min biryar daye ku tevlî nava PKK'ê bibim. Ji bo ez tevlî nebim, malbatê şîkayeta min kir û bi vî rengî li ser riya Qendîlê ji aliyê asayîşa PDK'ê ve hatim girtin. Li wir ez şandim zindana Hewlêrê. Di zindana Hewlêrê de her rojek mîna salekê derbas dibû. Her cure êşkence li ser me dan meşandin. Mînak xwarin nebû, ango rojê tenê danekî xwarin didan me. Lêdan hebû, dîsa ji ber ku alîgirê PKK'ê bûm, gelek gotinên nexweş ji min re digotin."
JI BO ÇI TEVLÎ BÛM...
Gerîla Dilşad Gabar piştî komkujiya Şengalê di biryara xwe de zelal dibe û hewl dide ku tevlî nava refên gerîla bibe. Dilşad wiha gotinên xwe didomîne; "Di dema komkujiya Şengalê de, min li pêşmergeyan meyze dikir, li kêleka wê jî min li gerîlayên PKK'ê meyze dikir, du rastî derdiketin holê. Yek hêz reviya û gelê Şengalê bê paratin hişt, hêza din jî di demek kurt de xwe gihand Şengalê û pêşî li komkujiyê girt." Dilşad yê ku di vê mijarê de nakokiyan dijî, riya çareseriya van nakokiyên xwe bi vî rengî bi me re parve dike; "Dema min ev rastî dît, min ji xwe şerm kir. Min digot çima em hem çek digrin, hem jî gelê Şengalê naparêzin. Piştî wê min got çi dibe bila bibe ez êdî li vir nasekinim. Rastiya PDK'ê û komkujiya Şengalê hişt ku biryara xwe zelal bikim. Ji ber wê min têkilî bi hevalan re danî û min bi rengek saxlem xwe gihand asayîşa Qendîlê cem hevalan."
Gabar dîtinên xwe yên destpêkê yên di der barê jiyana PKK'ê de bi vî rengî bi me re parve dike; "Dema tevlî nava refên PKK'ê bûm di her warî de ez hatim ser xwe. Tişta herî zêde bala min kişand, tevlîbûn û sekna hevalên jin bû. Berê di malê de jî di nav pêşmerge de jî jin hebûn, lê di PKK'ê de di hemû qadên jiyanê de jin pêşeng bûn, aktîf bûn." Her wiha Dilşad ji jiyana komunal a gerîlayan bandor dibe û wiha dibêje; "Jiyana komunal a hevalan pir li xweşiya min çû, ez pir matmayî mam. Di nav civakê de her min bi tenê dijîm, lê di vê jiyanê de tu bi her tiştê xwe bi hevalên xwe re didî meşandin, ev jî parvekirinên me jî zêdetir dike."
EZ Ê RÊWÎTIYA XWE LI VIR WATEDAR BIKIM
Dilşad yê ku berê jî tevlî şer bûye, tîne ziman ku di nava refên PKK'ê de, di qadeke mîna qada Zagrosê de ku şer lê bi dijwarî diqewime, cihê xwe girtin ji bo min cihê şanazî û şerefê ye. Gerîla Dilşad wiha kêfxweşiya xwe tîne ziman; "Meşa min îro ji Hewlêrê dirêjî Zagrosan, cihê zayîna mirovahiyê dibe. Her çiqasî zorahiyên xwe hebin jî, lê ev dihêle ku mirov tekoşîna xwe bilindtir bike. Bi taybet dema tu hewl didî girek xilas bikî ji bo derbasî girê din bibî, tu girên ku di destê dijmin de dibînî. Tu wê demê baştir dibînî ka welatê te çawa ji çar milan ve ji aliye hêzên dagirker ve hatiye dagirkirin, ev jî mirovan dibe fikra ku çawa divê em tekoşîna xwe hê bilindtir bikin."
KA WERIN EM WELATÊ XWE JI DAGIRKERAN RE NEHÊLIN
Gerîlayê Dilşad bi van gotinan bang li tevahî ciwanên Kurd kir, da ku berê xwe bidin çiyayên Kurdistanê û bi berpiryariyên xwe yên dîrokî rabin; "Ji bo ku ez jî barek ji barê şoreşê rakim, min pêşniyar kir ji bo werim qada Zagrosê. Ez ê heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê jî li vir şer bikim. Ji ber wê divê hemû ciwanên Kurd li ku dibin bila bibin, tekoşîna xwe ya azadiyê bilind bikin." Dilşad di dawiya gotinên xwe de bi taybetî bang li ciwanên Hewlêrê kir da ku rastiyan bibînin û bên ji bo ew bi hev re welatê xwe ji hêzên dagirker paqij bikin û azadiya Kurdistanê misoger bikin.