Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê duh (22'ê Tebaxê) bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat ragihandin. Di daxuyaniya ragihandinê de hat gotin, wê pêşî li planên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Cerablûsê were girtin.
3 saet piştî vê daxuyaniya çapemeniyê, Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê Ebdulsetar El Cadirî di encama êrîşeke sûîqestê de bi giranî birîndar bû. El Cadirî ji bo tedawiyê rakirin nexweşxaneyê, lê belê tevî hemû hewldanên doktoran nehat rizgarkirin.
ŞEBEKEYA MÎT'Ê HAT GIRTIN
Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê der barê bûyerê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, endamê MÎT'ê yê Fermandar Ebdulsetar El Cadirî qetil kirine, hatine girtin.
Di daxuyaniyê de hat gotin: "Hêzên leşkerî yên bajarê Cerablûsê meclîsa xwe ya leşkerî ragihandin. Ev meclîs hemû projeyên dewleta Tirkiyeyê yên piştgiriya ji terorê re asteng dike. Ji ber vê yekê Fermandarê Leşkerî ya Cerablûsê hevalê me Ebdulsetar El-Cadirî kuştin. Wekî endam û hêzên Meclîsa Leşkerî ya Cerablêsê em vî karê terorîstane bi tundî şermezar dikin. Hêzên me karîbûn kesê ku ev kiryar kiriye û koma veşartî ya pê re ku girêdayî îstixbaratên dewleta Tirkiyeyê ne bigirin. Em soz didin şehîd, hevalên şehîd û malbata wî ku em ê soza şehîd bicih bînin û bajarê xwe Cerablûsê rizgar bikin."