Taxa Neşwa Rojhilat a Hesekê ku ev 7 roj in şerê dijwar di navbera leşkerên rejîmê û YPG/YPJ, Hêzên Asayîş û HPC’ê de diqewimî hate rizgarkirin.
ANF
HESEKÊ
duşem, 22 gelawêjê 2016, 15:42
Li Hesekê di ser êrîşa hêzên rejîmê re hefteyek derbas bû, şervanên YPG/YPJ, Hêzên Asayîş û endamên Hêzên Parastina Gel derbên giran li hêzên rejîm û çeteyên girêdayî Îranê dan.
Taxa Neşwa Rojhilat û Xweran ên di destê hêzên rejîmê de hatin rizgarkirin.
Şer li Taxa Leylîye ya di bin kontrola rejîmê de û li navenda sûkê dewam dike.