Li Minbicê 14 çete hatin kuştin

Operasyona paqijkirina başûrê Minbicê dewam dike. Gundekî li vê herêmê ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqijkirin. Di şerê li vir de 14 çete hatin kuştin.

Operasyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla li başûrê Minbicê dewam dike.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, çeteyên DAIŞ'ê danê vê sibehê ji gundên Etşan û Mekte El Hecer El Zixîr êrîş kirin. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bersiv dan êrîşê û li ser vê yekê şer derket. Di encama şerê li vir de gundê Eştan ji çeteyan hat paqijkirin û 14 çete hatin kuştin.

Şerê li gundê Mekte El Hecer jî dewam dike. Der barê şer de agahiyên berfireh bi dest neketin.