Îlham Ehmed: Îran, Tirkiye û rejîma Sûriyeyê bi konsepteke nû êrîş dikin
Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, pişt perdeya şerê li Hesekê ku ev 8 roj in dewam dike û armanca van êrîşan ji ANF'ê re nirxand.
Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, pişt perdeya şerê li Hesekê ku ev 8 roj in dewam dike û armanca van êrîşan ji ANF'ê re nirxand.
Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, piştperdeya şerê li Hesekê ku ev 8 roj in dewam dike û armanca van êrîşan ji ANF'ê re nirxand.
Îlham Ehmed da xuyakirin, ku rejîm cara yekê ye di vê astê de êrîşeke bi amadekarî dike û got, "Ev êrîş êrîşeke desthilatdarî û dagirkeriyê ye. Êrîşa talankirina vîna gelan e, ku 5 sal in li herêmê hatiye afirandin. Lewma berxwedan û sekna hêja ya gelê me û hêzên me li hemberî vê êrîşê dewam dike. Wê bi ti awayî ji vê helwestê veger nebe û em ê serî netewînin."
'BI VÊ ÊRÎŞÊ VE MESAJÊ DIDE TIRKIYEYÊ'
Îlham Ehmed bibîr xist, ku hêzên rejîmê beriya niha jî êrîşî Hesekê û Qamişlo kiribû, lê belê cara yekê ye di vê astê de ku xwe jê re amade kiribû, êrîş dike. Ehmed destnîşan kir, êrîş ne ji aliyê yekîneyeke biçûk an jî herêmî ve hatiye kirin, êrîş bi biryara navendî ya rejîmê hatiye kirin û got, "Ev êrîş xwe dispêre konsepteke nû ya navbera Tirkiye, Îran û rejîma Baasê. Rewşeke nû ye. Lê ev çiqasî stratejîk e, çiqasî taktîk e hê nediyar e. Eşkere ye di nav de lîstikeke mezin heye û dewleta Tirk serkêşiya vê dike.
Rejîmê heta niha xwe ji şerekî bi vî rengî vedigirt, li gorî hesasiyetên navbera Kurdan û dewletê tevdigeriya. Tevî ku car carna êrîş dikir û bersiv ji van êrîşan re dihat dayîn jî, bi vî rengî balafir nehat bikaranîn, daxuyaniyên bi vî rengî li ser şer nehat dayîn û hêzên Asayîşê yên li PKK'ê weke Asayîşa PKK'ê nedihat pênasekirin. Lê niha rejîm van hemûyan dike û bi zimanê dewleta Tirk daxive.
Yanî bi vê yekê ve, vê mesajê dide Tirkiyeyê; 'Tu mayîna min a li ser desthilatdariyê qebûl bike. Di vî warî de komên bi xwe ve girêdayî qanih bike. Ez ê jî mîna te li hemberî Kurdan tevbigerin û baxivim'. Tirkiye jî dixwaze bi vî rengî bandorê li siyaseta Şamê bike û cihê xwe di nav de bigire."
'TIRKIYEYÊ SOZ DAYE REJÎMÊ, LÊ TAKTÎKÊ DIKE'
Îlham Ehmed da zanîn, Tirkiyeyê li ser bingeha dijberiya li Kurdan, hin soz daye rejîmê û ev tespît kir: "Erdogan heta niha ji Esad re digot 'dîktator'. DAIŞ jî di nav de gelek komên terorîst xwedî kir û her tim li dijî rejîmê da şerkirin. Tirkiyeyê hemû dostên xwe yên li herêmê winda kir. Niha jî ji bo xwe ji nû ve xurt bike, siyaseta xwe zindî bike û pêşî li projeya federalîzma demokratîk a bi pêşengiya Kurdan tê afirandin bigire, hewl da bi rejîmê re bazariyê bike. Bi rengekî devkî soz da rejîmê ku ew ê desteka xwe ya ji bo komên mûxalîf biqedîne û li dijî mayîna li ser desthilatdariyê ya Esad dernekeve. Ji rejîmê jî xwest, pêşî li Kurdan bigire. Ji xwe heman piştî van êrîşan daxuyanî da û diyar kir, ku rejîmê di dawiya dawî de fêhmkiriye ku Kurd xeteriyeke ji bo wan."
Îlham Ehmed diyar kir, dewleta Tirk taktîkê dike û got, "Heta niha destê xwe ji Helebê venekişandiye. Di pratîkê de sînor hê vekiriye û rojane kom û cebilxane derbas dibin. Yanî, tevî ku bi rejîmê re ev bazarî kiribe û ev gotibin jî, di pratîkê de tiştên cuda dike. Bi vê yekê ve dixwaze şer li gelemperiya Sûriyeyê û herêma Rojava vegerîne. Tinebûna DAIŞ'ê, aramiya li herêmê bi kêrî Tirkiyeyê nayê."
'HÊZA KU DI PRATÎKÊ DE ŞER DIMEŞÎNE ÎRAN E'
Îlham Ehmed destnîşan kir, ku êrîşên li Hesekê ji aliyê siyasî ve karê dewleta Tirk e, ji aliyê pratîk ve jî karê Îranê ye. Ehmed got, "Şerê niha li Hesekê tê meşandin, şerê Îranê ye. Yanî yên ku yekser êrîş dikin ev her du hêz in. Beriya niha yê li Qamişloyê şer kir jî Îran bû. Îran dixwaze xwe li herêmê bi rêxistinb ike. Dixwaze di nava Ereban de koman ava bike. Lewma bi rêya hêzên nêzî rejîmê dixwaze projeya xwe li Sûriyeyê pêk bîne. Ev şerê dawî yê li Hesekê destpê kir, li dijî nêzîkatiya gelê Ereb a li rêveberiya xweseriya demokratîk, tevlîbûna wan a li Meclîsa Sûriyeya Demokratîk û Hêzên Sûrieyya Demokratîk, li hemberî nêzîkatiya germ a li projeya federasyona demokratîk hatiye kirin. Ez ne bawerim ev tifaqa navbera Tirkiye, Îran û rejîmê mayînde be. Ji ber ku gelek nakokiyên siyasî hene û ev nakokî ne yên bên çareserkirin e. Lê ji ber ku li dijî berjewendiyên xwe Kurdan weke xeteriyê dibînin, li hemberî Kurdan dibin yek."
Îlham Ehmed bal kişand ser rola Rûsyayê ya di rewşa nû de û anî ziman, Rûsya ji bo rewşa li Helebê zelal bike, xwe hewcedarî Tirkiyeyê dîtiye û di hin mijaran de pê re li hev kiriye. Îlham Ehmed ragihand, ew dixwazin zelal bikin bê ev lihevkirin di çarçoveya konseptekê de ye yan na û got, "Li aliyê din bêdengiya Rûsyayê li pêşberî van êrîşên rejîmê, em weke erêkirinê fêhm dikin. Lê em hêvîdar in ne bi vî rengî ye. Girîng e Rûsya nêzîkatiya xwe zelal bike. Gelo Rûsya êrîşeke bi vî rengî ya li hemberî hêzeke li dijî DAIŞ'ê şer dike, ji bo Sûriye parçe nebe têdikoşe, qebûl dike yan na? Pêwîste Rûsya bersivê bide vê pirsê."
Îlham Ehmed ragihand, ev tifaq û êrîş xetere ne û destnîşan kir, ku bêdengiya hêzên navneteweyî û koalîsyonê li hemberî vê konsepta li dijî demokratîkbûna herêmê, dibe ku rê li ber şerekî gelekî giran veke.
'EM Ê TI CARÎ SERÎ NETEWÎNIN'
Îlham Ehmed helwest û sekna gelê Hesekê ya li hemberî van êrîşan nirxand û got, "Heta niha yên li hemberî van êrîşên li dijî Hesekê li ber xwe didin YPG/YPJ, Asayîş û HPC ne. Bêguman sekna gelê Hesekê jî gelekî girîng e. Gelê Hesekê û bi taybetî jî Erebên ji gelê Hesekê di vê pevajoya şer de sekneke hêja û girîng nîşan dan. Heta niha ji ber ewlekariyê gelek mirov hatin veguhastin û yên li wir man e jî li ber xwe didin."
Îlham Ehmed da xuyakirin, ku êrîşên li Hesekê nabe weke êrîşeke ji rêzê bê dîtin û got, "Ev êrîş êrîşeke desthilatdarî û dagirkeriyê ye. Êrîşa talankirina vîna gelan e, ku 5 sal in li herêmê hatiye afirandin. Lewma berxwedan û sekna hêja ya gelê me û hêzên me li hemberî vê êrîşê dewam dike. Wê bi ti awayî ji vê helwestê veger nebe û em ê serî netewînin. Lê em hêvîdar in wê rejîm zû bi rewşê bihese, fêhm bike ku dewleta Tirk careke din dixwaze wê bikişîne peymana Edeneyê û ev yek jî li berjewendiya rejîmê nayê. Pêwîste rejîm vê biryara xwe ji nû ve binirxîne û agirê vêxistiye vemirîne. Eger vê bike, wê berjewendiyên dewleta Tirk ên li herêmê biqedîne."