Li Hesekê 283 leşker û pêxwasên din ên rêjîmê dîl hatin girtin
Hêzên YPG’ê, 283 leşker û pêxwasên din ên rêjîmê li gel çekên wan dîl girtin.
Hêzên YPG’ê, 283 leşker û pêxwasên din ên rêjîmê li gel çekên wan dîl girtin.
Şerê li Hesekê ku di navbera hêzên YPG/Asayîşê/HPC û hêzên rêjîmê dewam dike. Di çarçoveya şer de ku bi êrîşa hêzên rêjîmê ya li ser sivîlan û bendên Asayîşê destpê kir, hêzên YPG/Asayîş û HPC’ê piraniya taxên di bin destê hêzên rêjîmê de rizgar kirin. Şervanên YPG’ê gundên Rihême, Mesûdiye, Xirbe El-Bîr, Reşîdiye, Til Bêzara û Dîba yên derdora Çiyayê Kokeb xistibûn dorpêçê. Di gundan de ku derdora 10 kîlometreyan dikeve rojhilatê bajarê Hesekê, piştî dorpêça çend rojan 230 leşkeran li gel çekên xwe teslîm bûn.
Di şerê Hesekê de jî hêzên YPG/Asayîşê 53 leşkerên rêjîmê û pêxwasên wan dîl girtin. Bi vê yekê hejmara leşkerên rêjîmê yên teslîmî hêzên YPG/Asayîşê bûne û dîl ketine dest bû 283 kes.