Rejîm li Hesekê serberjêr bûye û têk diçe
Di roja 7. a şerê li Hesekê de, 230 leşker û çeteyên rejîmê yên ji aliyê hêzên YPG/YPJ, Asayîş û HPC'ê ve hatin dorpêçkirin, li gundên li dora Kewkebê hatin girtin.
Di roja 7. a şerê li Hesekê de, 230 leşker û çeteyên rejîmê yên ji aliyê hêzên YPG/YPJ, Asayîş û HPC'ê ve hatin dorpêçkirin, li gundên li dora Kewkebê hatin girtin.
Beriya niha jî 113 leşker ji aliyê hêzên YPG/YPJ û Asayîşe ve hatibûn girtin. Di şerê li Hesekê de, ku ji ber êrîşên hêzên rejîmê destpê kir, hêzen YPG/YPJ, Asayîş û HPC'ê taxên Neşwa Şerqî û Xwêran û gelek nuqte û saziyên stratejîk ênli van taxan ji destê rejîmê derxistin û rizgar kirin.
Di nava hefteyekê de li Hesekê çi qewimîn? Herî dawî stadyûm, navenda çand û hunerdê, girtîgeh, xaçerêya Basil û zanîngeha li taxa Xwêranê piştî taxa Neşwa Şerqî hatin rizgarkirin.
Ji 16'ê Tebaxê roja destpêkirina şer û vir ve, tevî hemû teknîk û amadekariyên xwe jî hêzên rejîmê derban li ser hev dixin. Rejîmê li ser çete û hêzên Hîzbûllahê yên Îranê hesabên şaş kir û bi van hêzên paramîlîter dest bi êrîşê kir. Piştî ku Asayîşa Rojava û Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jine YPG/YPJ'ê bersiveke tund dan, hêzên rejîmê bi tank û hawanan dest bi topbaranê kirin. Vê jî têrê nekir, balafir rakir û bombe li bajêr barand. Piştî van êrîşên hêzên rejîmê, YPG/YPJ ketin dewrê û şer bi rê ve birin.
Ji aliyê her kesî ve tê zanîn, ku êrîşên li hemberî Hesekê, parçeyek ji tifaqa qirêj a gemarî ya li dijî Kurdan e, ku piştî destpêkirina têkiliyên dewleta Tirk bi Rûsyayê û hevdîtina bi Îranê re, ket meriyetê.
Li bajarê Hesekê, ku ji gelên Kurd, Ereb, Asûrî-Suryanî û Ermeniyan pêk tê, rejîmê li ser nakokiyên mezhebî û etnîkî hebûna xwe bi salan parast. Halbûkî, dema çeteyên DAIŞ'ê di 25'ê Hezîrana 2015'an de êrîşî bajêr kirin, rejîmê bajar di nava lepên çeteyan de hişt û li cihekî teng asê ma. Li ser banga gelê Hesekê, YPG/YPJ ketin dewrê û bajar ji çeteyan paqij kirin. Ji hingî ve gelê Hesekê bêyî nakokî û şer ket nava lêgerîna jiyaneke bi hev re, meclîs û saziyên xwe ava kir û dest bi rêvebirina xwe bi xwe kir. Ji bo yekîtiya gelan xera bike, hêzên rejîmê hewl da nakokiyên nû derxînin û provokasyonan bikin. 16'ê Tebaxê jî bû xeleka dawî ya van provokasyonan.
Bêguman gelek aliyên vî şerê ji aliyê rejîmê ve li Hesekê hatiye derxistin hene. Li aliyekî Tirkiye, Îran û Sûriye ku li ser înkar û tinekirina Kurdan polîtîkayeke qirêj dimeşînin, li aliyê din jî Kurd, Ereb, Tirkmen, Asurî-Suryanî û gelên din ên herêmê, ku ji bo jiyaneke bi hev re têdikoşin.
Şerê ji ber êrîşên rejîmê li Hesekê destpê kir, hefteyek li dû xwe hişt. Di nava vê demê de hêzên rejîmê bi tank, hawan, top û balafirên şer êrîş kir. Di van êrîşan de 19 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Ji bo gelê li herêmê asê ma rizgar bikin, hêzên YPG/YPJ û Asayîşê korîdorek vekirin.
Di şer de rojane bi dehan leşkerên rejîmê hatin kuştin. Di roja 6. a şer de 36 leşkerên rejîmê hatin kuştin. 53 leşkerên rejîmê, ku payebilind jî di nav de hene, ji aliyê YPG/YPJ dîl hatin girtin. Hêzên Asayîşê jî 60 leşkerên rejîmê dîl girtin. Ji bilî leşkerên hatin kuştin û dîl hatin girtin, gelek leşkeran jî çek û cebilxaneyên xwe avêtin û fîrar kirin. Çekên giran jî di nav de gelek çek û cebilxane ketin destê YPG/YPJ û Asayîşê. Bi kurt û kurmancî di nava hefteyek şerê li Hesekê de rejîm serberjêr bû û ji hev ket. Çeteyên ser bi Îranê yên ji herêmên din hatin anîn, hatin pûçkirin.
Di roja 7. a şerê li Hesekê de taxa Neşwa Şerqî ji hêzên rejîmê hatiye paqijkirin. Di êvara heman rojê de taxa Xwêran û xaçerêya Basil, embara genim, girtîgeh, zanîngeha aboriyê, stadyûm, navenda çand û hunerê û daîreya pasaportê yên li vê taxê ne, ji hêzên rejîmê hatin paqijkirin û rizgarkirin.
Rejîm li Hesekê li cihekî teng asê ma ye. Hesabê şaş ê rejîma Baasê ku xwe spart hêzên paşverû Tirkiye û Îranê, li bin guhê rastiya Kurdan û gelê herêmê ket û ji Hesekê vegeriya. Xuya ye ev planên wan têk çûye, ku dewleta Tirk bombeyan li çeperên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dibarînin. Ji niha ve eşkere ye, ev plan wê bi ser nekeve. Ji xwe, Sîstema Federasyona Demokratîk a Rojava/Bakurê Sûriyeyê, ku weke vîneke hevpar ji nû ve derketiye holê, kêlî bi kêlî vediguhere hêviya hemû gelan.