Li Wanê ji bo Deklarasyona KCK’ê destek hate dayîn
Nûnerên Rêxistinên Civakî yên Sivîl (RCS) dan xuyakirin ku deklarasyona çareseriyê ya KCK’ê girîng e û ji hikûmetê xwest, bersivê bide deklarasyonê.
Nûnerên Rêxistinên Civakî yên Sivîl (RCS) dan xuyakirin ku deklarasyona çareseriyê ya KCK’ê girîng e û ji hikûmetê xwest, bersivê bide deklarasyonê.
Destekdayinên li deklarasyona KCK’ê berdewam dikin. RCS û hiqûqnasên Wanê ku mijar nirxandin xwestin ku hikûmet kêlî beriya kêliyekê bikeve nav tevgerê û gotin divê muzakere dîsa dest pê bikin.
Nûnerên Rêxistinên Civakî yên Sivîl ji ANF’ê re axivîn.
'EV DEKLARASYON ŞANSEKÎ MEZIN E'
Serokê Komeleya Hawîrdorê (Çev-Der) Alî Kalçik diyar kir ji bo ku pêşî li şer were girtin divê bi Ocalan re baxivin û daxuyaniya KCK’ê divê were nirxandin. Kalçik di berdewamiyê de got divê her kes xwedî li vê deklarasyonê derbikeve.
HIQÛQNAS DEMÎR: HIKÛMET DIVÊ BERSIVÊ BIDE
Hiqûqnas Cemal Demîr têkildarî deklarasyona KCK’ê got, hevdîtinên ku bi Birêz Ocalan re werin kirin, dikare deriyê aştiyê veke û xwest ku ji bo gava pêşî dawî li tecrîda girankirî ya li ser Ocalan were anîn û şandeya HDP’ê dîsa biçe giravê. Demîr di berdewamiya axaftina xwe de got piştre ev atmosfer dikare were avakirin û ev ne dijwar e, di rewşeke berovajî vê de şerê heyî wê girantir bibe û jixwe gelê Kurd her roj û gelên din berdêlên giran didin.
Cemal Demîr diyar kir, klîka darbeyê her sazkar e û bal kişande ser wê ku tam di dema hişkerekirina deklarasyonê de li Dîlokê komkujî hatiye kirin û got, ‘’Birêz Ocalan gelek caran dengê xwe li Tirkiyê kir. Lê hikûmet mixabin helwesta klasîk a dewletê domdar kir. Vê helwestê ev 100 sal e bi xwe re ti çareserî neanîye. Banga me ji bo hikûmetê ew e ku li hemberî gaveke biçûk a aştiyê jî bila bersivê bide. Ev di sûda 80 milyon mirovên me de ye.’’
'JI HIKÛMETÊ JÎ EM LI BENDA HEMAN HELWESTÊ NE'
Serokê Şûbeya Wanê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Mûrat Melet jî got, ew weke parêzvanên mafê mirovan vê deklarasyonê pir watedar dibînin û vê daxuyaniyê ew kelecanî kirine. Melet got ew rêya çareserkirina arîşeyan di diyalog û muzakereyan de ye.
Di berdewamiyê de Melet deklarasyonên bi vî rengî bi yek alî ti encamê nagirrin, divê du alî bi hesasî bidin û bistînin û xwest ku hikûmet vê hesasiyetê nîan bide lê li gel ku çend roj di ser re derbas bûne jî ji hêla hikûmetê ve hê bersivek nehatiye dayin.
SEROKÊ ŞÛBEYA MAZLUM-DER’Ê: AŞTÎ DAXWAZA ÎSLAM Û WIJDANÊ YE
Serokê Şûbeya MAZLUM-DER’ê Yakûp Aslan jî têkildarî deklarasyona KCK’ê got, divê Tirkiyê li maseya aştiyê vegere, bi Kurdan re li hev were û li Rojhilata Navîn were pozîsyoneke xurt û berovajî vê rewşê jî wê bibe feleketa Rojhilata Navîn, "Tirkiye li Sûrî têkeve nav şerekî ev tê wateya îmhabûna gelên Rojhilata Navîn. Kêşeyeke wiha Îran jî dijî, Îran jî li ber xwe nexweş dike. Aştî ji bo her kesî hewce ye. Aştî hem daxwaza îslamê û hem jî yê wijdan e. Aştî ji bo her kesî hewce ye. Hêvî dikim ku her kes hay ji vê hebe."