MÎT’ê, Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê qetil kir

Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê Abdulsettar El-Cadir, ji aliyê endamên MÎT’ê ya Tirkiyeyê ve hat qetilkirin. 2 Endamên MÎT’ê hatin girtin.

Fermandarê Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê Abdulsettar El-Cadir îro bi daxuyaniyekê îlankirina Meclîsê ragihand û got ku wê li dijî planên Tirkiyeyê yên dagirkirina Cerablusê rawestin.

El-Cadir 3 saet piştî daxuyaniyê ji aliyê sîxurên Teşkîlata Îstîxbarata Netewî (MÎT) ya Tirkiyeyê ve li eniya Şêxler di encama suîkastê de bi giranî birîndar bû.

El-Cadir rakirin nexweşxaneyê, lê tevî hemû mudaxeleyan jî nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.

Piştî êrîşê 2 sîxurên MÎT’ê ku rola wan di suîkastê de heye, ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê ve hatin girtin.

Hate ragihandin ku lêpirsîna her du endamên MÎT’ê hatiye destpêkirin. Tê payin ku Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê di saetên pêş de têkildarî mijarê daxuyaniyekê bide.