Gerîlayê HPG’ê Ozdemîr ber bi rêwîtiya dawî ve hate verêkirin
Gerîlayê HPG’ê Mehmet Ozdemîr (Medenî Dag) ê ku di şerê Nizarê Azê yê girêdayî navçeya Xîzan a Bedlîsê de jiyana xwe ji dest dabû, li warê xwe hate definkirin.
Gerîlayê HPG’ê Mehmet Ozdemîr (Medenî Dag) ê ku di şerê Nizarê Azê yê girêdayî navçeya Xîzan a Bedlîsê de jiyana xwe ji dest dabû, li warê xwe hate definkirin.
Gerîlayê HPG’ê Mehmet Ozdemîr (Medenî Dag) ê ku di şerê 18’ê Tebaxê de ku li herêma Nizarê Azê yê girêdayî navçeya Xîzan a Bedlîsê jiyana xwe ji dest dabû, li gundê Nîst ê girêdayî navçeya Norşîn hate definkirin. Malbat, endamên DBP’ê û KJA’yê jî di nav de ji aliyê girseyekî qelebalix ve cenazeyê Ozdemîr ji Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê hate girtin, bi konvoyekî ya wesayîtan anîn gundê Nîst. Piştî ku li mizgefta gund wecîbeyên olî anîn cih, darbestî li ser milan bi dirûşmên “Şehîd Namirin”, “Bijî Seok Apo” birin goristan gund. Ozdemîr li goristanê bi tilîliyan hate definkirin.
Di merasîmê de Rêveberê MEYA-DER Tahîr Mete axivî, sersaxî ji malbatê re xwest û wiha got: “Me îro oxira têkoşerekî azadiyê hilanî. Bîranînên şehîdên azadiya Kurdistanê wê di têkoşîna me de bijîn.”
Piştre xizmê Ozdemîr Emrûllah Ozdemîr jî wiha anî ziman: “Mehmet şehîdê Kurdistanê ye. Di rêya ku ji bo gelê Kurd têkoşîn dida meşandin şehîd ket. Em ê girêdayî bîranîn û têkoşîna wan bin."
Piştî axaftinan girseyê berê xwe da konê sersaxiyê yê ku li gund hatibû vedan.