Komkujiya li Dîlokê ji bo veşartina birin û anîna çeteyan hat kirin

Êrîşa AKP/Qesrê bi destê DAIŞ'ê li Dîlokê kir, ji bo derbaskirina çete û lojîstîka ji bo çeteyên li Cerablûsê were veşartin, hat organîzekirin.

Detayên êrîşa bombeyî ya li hemberî daweta Kurdan a li Dîlokê, ku 54 kesan jiyana xwe ji dest dan û 66 kes birîndar bûn, hêdî hêdî eşkere dibin. Weke ku tê zanîn, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ên bi pêşengiya YPG'ê, di encama operasyoneke du meh û nîvan de çend roj berê bajarê Minbicê rizgar kirin. Li dû operasyona rizgarkirina Minbicê, ji bo paqijkirina xeta heta Kantona Efrînê ji çeteyên DAIŞ, El Nûsra, Ahrar û Şam, Tûgayên Sûltan Mûrat û Artêşa Azad, destpêkirina operasyoneke nû di rojeva hêzên QSD'ê de bû.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin, hem ji bo rojevê biguherîne, hem jî ji bo çeteyên Artêşa Azadli xeta Cerablûs û Ezazê bi xurtî bi cih bike, AKP/Qesrê zemîn ji êrîşa bombeyî ya li Dîlokê re amade kir.

EV LÎSTIK LI KARKAMIŞÊ TÊ LÎSTIN

Du roj beriya êrîşa bombeyî, rejîma AKP/Qesrê di ser bajarê Karkamişê re çeteyên Artêşa Azad û El Nûsra, kom bi kom derbasî bajarê Cerablûsê kir, ku ji aliyê DAIŞ'ê ve hatiye dagirkirin. Bi vî rengî, li hemberî operasyoneke gengaz a azadkirina Cerablûsê, komên cuda yên çete ji bo destekkirina çeteyên DAIŞ'ê bi cih kir. Rejîma AKP/Qesrê, ku ji Karkamişê çeteyan derbas dike, bi 5 otobusên li qereqolên leşkerî yên li Karkamişê, bi hêsanî komên çete derbasî bajarê Cerablûsê dike. Rejîma AKP/Qesrê di vê çarçoveyê de li Karkamişê derketina derve qedexe kir û bi vî awayî alîkariya lojîstîk bi hêsanî dike û çeteyan derbas dike.

KOMKUJIYA LI DIJÎ SIVÎLAN BI ZANEBÛN HAT ORGANÎZEKIRIN

Di çarçoveya van polîtîkayên gemarî yên li ser dijminatiya li Kurdan tên meşandin, li navçeya Nîzîpê jî liv û tevger heye. Rejîma  AKP/Qesrê hemû saziyên herêmî, bi taybetî jî Nexweşxaneya Dewletê ya Nîzîpê xistiye nava rewşeke hişyar. Di operasyoneke gengaz a rizgarkirina Cerablûsê de, ji bo çeteyên birîndar tedawî bike, ev nexweşxane amade ne. Li gorî agahiyan, qeymeqamê navçeyê ferman ji servîsên lezgîn ên nexweşxaneyan re şandiye û xwestiye di vî warî de amade bin. Li Karkamişê, ku derketina derve hatiye qedexekirin, çeteyên li wargehên AFAD'ê dimînin, li gorî dilê xwe li ser sînor hem heşfê dikin hem jî bi hêsanî derbasî aliyê din ê sînor dibin û vedigerin.

Tê gotin, êrîşa bombeyî ya li hemberî daweteke Kurdan a li taxa Beybahçe ya navçeya Şahînbey a Dîlokê jî, ji bo veşartina van polîtîkayên tifaqa qirêj a li dijî Kurdan hatiey kirin. Ev komkujî bi destê çeteyên DAIŞ'ê hat kirin û bi vê komkujiyê re hewl tê dayîn atmosfereke xapandinê ya weke 'DAIŞ tola têkçûna xwe ya li Minbicê hiltîne' bê afirandin û desteka ji bo çeteyan bi vî awayî were veşartin.

...