Neşwa Rojhilat hate rizgarkirin

Şervanên YPG/YPJ, Hêzên Asayîş û endamên HPC’ê, Taxa Neşwa Rojhilat a Hesekê ji leşkerên rejîm û çeteyan rizgar kirin.

Şervanên YPG/YPJ/Asayîş û HPC Taxa Neşwa Rojhilat a ku ev çend rojin şerên dijwar lê diqewimin bi temamî ji hêzên rêjîmê û çeteyan hate rizgar kirin. Şervanan navenda Ewlekariya Cinayî ya di taxê de jî rizgar kirine û gihiştina ber pira Xabûrê.

Şervan ber bi Taxa Lêliyê ve pêş ve diçin. Li Taxa Lêliyê şer û pevçûn didomin. Kuştî û birîndarên rêjîmê hene, lê derbarê hejmaran de ti agahiyên zelal nehatin bidest xistin. Her wiha gelek çek, ceblilxaneyên hêzên rêjîmê û hejmarek wesayîtên leşkerî hatin desteserkirin.