Mesûd Barzanî çû Tirkiyeyê
Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî îro ji Hewlêrê bi balafirê çû Tirkiyeyê.
Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî îro ji Hewlêrê bi balafirê çû Tirkiyeyê.
Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî wê saet di 18:00 de bi Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re rûnê. Li gorî agahiyan, Barzanî wê bi Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim re jî li ser mijarên Aborî, Siyasî û rewşa dawî ya li herêmê, hevdîtinê bike.
Bi Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî re, Serokê Diwana Hêrêmê Fûat Huseyîn û berdevkê Hikûmetê Sefîn Dîzayî jî çûne Tirkiyeyê.
Tevî ku zêdeyî saleke erka wî ya Serokatiya Herêmê qediya ye, Barzanî li ser navê Serokatiya Herêma Kurdistanê çû Tirkiyeyê.