QSD: Em piştgiriyê didin Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê

Fermandariya QSD'ê diyar kir, li dijî planên talan û dagirkeriyê yên Tirkiye û komên ser bi wê, ew piştgiriyê didin hêzên leşkerî yên Cerablûsê û got, "Em ji tevahiya raya giştî re radigihînin, em amade ne welatê xwe biparêzin."

Fermandariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) diyar kir, li dijî planên talan û dagirkeriyê yên Tirkiye û komên ser bi wê, ew piştgiriyê didin hêzên leşkerî yên Cerablûsê û got, "Em ji tevahiya raya giştî re radigihînin, em amade ne welatê xwe biparêzin."

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Weke Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) me daxuyaniya li ser navê hêzên leşkerî yên bajarê Cerablûsê ya li dijî hewldanên dewleta Tirk ku dixwaze bajêr bixe bin serweriya xwe, şopand. Tirkiyeyê ji bo têkbirina ewlehî û aramiya herêmê, her wiha ji bo rê li ber şerê gelê herêmê yê li dijî terorê bigire, hin hêzên leşkerî yên ku nasname û niyetên wan ji yên terorîstan ne cuda ne, bikar tîne."

Fermandariya Giştî ya QSD'ê di daxuyaniya xwe de piştgirî da hêzên leşkerî yên bajarê Cerablûsê û got "Weke QSD em ji raya giştî re radigihînin ku em piştgiriyê didin daxuyaniya van hêzan û em amade ne li hemberî hemû planên dagirkerî û destwerdanê, parastina welatê xwe bikin."

Di daxuyaniya QSD'ê de wiha bang li hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî terorê hate kirin "Koalîsyon divê bi hêzên me yên leşkerî re koordîne tevbigere û li hemberî hemû xeteriyên hêzên herêmî ku dixwazin vîna gelan têk bibin, sozên xwe yên qanûnî ji bo parastineke navneteweyî ya welatê me bicih bîne."