Di teqîna avahiyekê de zarokekê jiyana xwe ji dest da

Li Nisêbînê, du xwişkên hev Fehîme (12) û Dîlan Korûmaz (13) a ku dema diçûn li xaniyê xwe yî li Taxa Kanîka binêrin teqînek pêk hat.

Li Nisêbînê, du xwişkên hev Fehîme (12) û Dîlan Korûmaz (13) a ku dema diçûn li xaniyê xwe yî li Taxa Kanîka binêrin teqînek pêk hat. Di encama teqînê de Fehîmeya 12 salî jiyana xwe ji dest da û xwîşka wê Dîlan jî, ji lingê xwe ve birîndar bû.

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê her du xwişkên hev Fehîme (12) û Dîlan Korûmaz (13) dema diçûn li xaniyê xwe yî li Taxa Kanîka binêrin teqînek pêk hat. Piştî teqînê tîmên zabiteyî çûn cihê buyerê û her du xwişkên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Li gel hemû hewldanan Fehîme Korûmaz a 12 salî ku ji qirika xwe bi giranî birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da. Dîlan Korûmaz a ji lingê xwe birîndar bû û di laşê wê de perçeyên şerapnela hene jî, tê tedawîkirin.

Piştî buyerê malbata zarokan hat nexweşxaneyê û li dijî vê bertek nîşan da.