Gerîlayê HPG’ê Yûsûf Salîn hate definkirin

Gerîlayê HPG’ê Yûsûf Salîn (Botan Agirî) ê ku di şerê li Agiriyê qewimî de jiyana xwe ji dest dabû, li Îdirê bi merasîmekê hate veşartin.

Piştî ku Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Yûsûf Salîn (Botan Agirî) ê ku di şerê li Zozana Sînek a Agiriyê qewimî de jiyana xwe ji dest dabû, li Saziya Tiba Edlî ya Erziromê hate teşxîskirin û şûn de li barokê Xelfetî yê Îdirê hate veşartin.

Di merasîma cenaze de li gel malbata Salîn parlementerê HDP’ê yê Îdirê Mehmet Emîn Aydin, Hevaşaredar Mûrat Yîtîk, Rêveberên HDP’ê û DBP’ê gelek kes beşdar bûn. Piştî ku li gel dirûşman cenaze hate definkirin û şûn de malbata Salîn, sersaxî qebûl kirin.