Artêşa Tirk gundên Cerablûsê bombe dike
Artêşa Tirk a Cerablûs dagir kirî, bi tank û topan êrîşî gundên li başûrê bajêr dike.
Artêşa Tirk a Cerablûs dagir kirî, bi tank û topan êrîşî gundên li başûrê bajêr dike.
Artêşa Tirk êrîşên xwe yên bi tank û obusan li dijî gundên girêdayî Cerablûsê didomîne.
Li gor agahiyên hatin bidesxistin, lingê du sivîlan qut bûne. Ji ber êrîşên artêşa Tirk gelek mal hilweşiyane.
Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê îro ji bo êrîş bên rawestandin hişyarî dabû artêşa Tirk û diyar kiribû ku ev êrîş wê rê li ber şerê nû veke.