Kobanî, li ser sînorê Bakur di nobedê de ne

Gelê Kobanê, piştî dagirkirina dewleta Tirk û şûn de li ser sînorê Rojav-Bakurê Kurdistanê dest bi nobedê kirin.

Bi sedan welatiyên Kobanê ku ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewlet Tirkiyeyê ya li bajarê Cerablusê û rakirina dîwarê ku Tirkiyeyê li ser sînorê di navbera Kantona Kobanê û Bakurê Kurdistanê lê dike berê xwe dan sînor. Kobaniyan ku di nava wan de dayîk, bav û zarok hebûn, bi diruşmeyên “Bijî serok APO” dengê xwe li ser sînor bilind kirin.

Çalakvanan diyar kir ku ew sînoran nas nakin, naxwazin ku dijminê wan derbasî axa welatê wan bibe û ew ji sînorên dijminan natirsin.

Cîgira Seroka Desteya Ciwan û Werzîsê ya Kantona Kobanê Şêrîn Osman axivî û wiha anî ziman: “Pîlanên ku Erdogan û hevkarên wê pêk tîne eşkere bûne, îro gelê Kobanê ji bo şermezarkirina van kiriyaran rabûye ser piyan û li ser sînor çalakiyên şermezarkirinê lidar dixe.”

Osman got ku li vir leşkeran sînor derbas kiriye û dixwzin bikevin Kantona Kobanê, ew wekî gelê Kobanê kiriyarên bi vî rengî û lêkirina dîwar di navbera Kobanê û Pirsûsê de şermezar dikin û vê yekê red dikin.

Serokê Partiya Demokrat a Kurd a Sûriyeyê (PDKS) Gêlo Îsa jî wiha got: “Em wekî gelê Kobanê bi tevahiya hêza xwe ya siyasî bi rêveberiya xwe ya xweser em siyaseta dewlata Tirkiyeyê û destwerdana wê ya di Rojavayê Kurdistanê de şermezar dikin. Erdogan dibêje ku daxwaza wan ji vê yekê tunekirina vîn û îradeya gel Rojava ye, lê ti carî ya wan bi ser nakeve, mafê Erdoxan tune ye ku ji derveyî sînorên Tirkiyeyê sînoran ji xwe re ava bike.”

‘EM Ê ARTÊŞA DAGIRKER JI XAKA XWE BI QEWITÎNIN’

Hevseroka Meclîsa TEV-DEM’ê ya Kantona Kobanê Ayşe Efendî jî li wir axaftinek kir û got ku leşkerên Tirkiyeyê zêdetirî 15 metreyan ketine erdê Kobanê, sedema vê yekê hevpeymanên di navbera Tirkiye, Îran û Sûriyeyê de ne. Gelê Kobanê ji bo şermezarkirina kiriyarên wan û ji bo têkbirina wan hevpeymanan raûbÛye ser piyan da ku leşkerên Tirkiyeyê ji erdê xwe derxînin.

Eyşe Efendî di berdewamiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Gelê Kobanê bûye xwedî biryar û êdî dest ji doza xwe bernade, Kobanê ji ber hovîtiya DAIŞ’ê gelek zirar dîtiye, ew wekî Kobanî tu carî dest ji welatê xwe bernadin. Em ji Tirkiyeyê re dibêjin bila Oramar, Zap û Kobanê ji bîr neke. Em kurd tu carî xwîna şehîdên xwe li erdê nahêlin.”

Eyşe ji gelê xwe yê Kobanê re wiha got: “Eger ku ew Kurd sînoran nas nakin wê demê xeta sor li ber çavên xwe nabînin. Ev sînor bê îradeya gelê Kurd hate dayîn, lê wê ev sînor bi îradeya gelê Kurd bê rakirin. Em ji tankên Erdoxan natirsin û em ê li hember siyaseta wî ya qirêj rabin ser piyan.”