Li Erzirom, Hatay, Colemêrg û Amedê çalakiyên gerîla
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî encamên çalakiyên ku li gelek qadan hatin lidarxistin daxuyaniyek nivîskî weşand.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî encamên çalakiyên ku li gelek qadan hatin lidarxistin daxuyaniyek nivîskî weşand.
HPG’ê detayên çalakiyan bi vî şêwazî da;
ERZIROM
24’ê Tebaxê saet 19.00’an li gundên Qereyazî ya Erziromê artêşa TC’ê xwestiye ku operasyonê dest pê bike. Saet 20.30’an, di navbera gundên Qalma û Reşayê Temo yên Qereyaziyê de wesayiteke zirxî ya bi tîpa BTR’ê û leşkerên ku bi mebesta rê bibirin ji wesayitê derketin bi çekên ferdî û RPG-7’ê (roketatar) yên hêzên me bi bandorî derb xwarine. Li vê derê jî yek jê bi rutbe 12 leşker hatine kuştin û wesayiteke zirxî hatiye rûxandin. Piştî çalakiyê qerqoteyê wesayita zirxî bi vîncekê ber bi Erziromê ve birine. Saet 00.00’an artêşa TC’ê li zozanên gundên Qalma, Reşayoyê Temo û Kurtkayê operasyon dane destpêkirin û 26’ê Tebaxê bêyî encamekê bistînin vekişiyane. Ev çalakiya ku hatiye kirin li dijî tecrîda li ser Rêbertiya me ye.
HATAY
26’ê Tebaxê hêzeke me gerîla ku zozanên Kuşneyê ya girêdayî navçeya Dortyolê ya Hatayê dema ku diçûna peywira xwe bi artêşa TC’ê re hevrû bûne û şerekî demkurt pêk hatiye. Li vir hijmara mirî û birîndaran nehatiye zelalkirin. Yekîneya me bi sax û silamet gihaştiye qadên xwe.
COLEMÊRG
26’ê Tebaxê bi ser Girê Genîş ê bi ser Şemzîna Colemergê de, saet 09.45’an 2 çalakiyên siûqastî hatine kirin û 2 leşker hatine kuştin. Her wiha hêzên me bi hewanan li mewziyên wir xistiye. Piştî çalakiyê bi obûs û hewanan li Garê û Girê Şehîd Dilşêr xistin.
26’ê Tebaxê di navbera saet 15.00-15.30’an de hêzên me bi çekên giran êrîş birine ser girê Şehîd Gafûr ê Oremarê ku leşker lê bi cih bûbûn. Hijmara mirî û birîndarên leşkerên li vir nehatiye zelakirin.
Artêşa TC’ê 24’ê Tebaxê li qadên gundê Talê ya Colemergê operasyon da destpêkirin. Artêşa TC’ê li gundên Ezîzan û Talê lêgerînê dike. Her wiha ji bo ku hêzên me çalakiyê nekin, gelê wir ji xwe re kirine mertal. Ev operasyon 26’ê Tebaxê derengiya şevê vekişiyane.
AMED
26’ê Tebaxê saet 14.00’an hêzên me êrîşek birine ser qereqola Melebadî ya girêdayî Farqîn a Amedê. Hijmara mirî û birîndarên vê derê nehatine zelalkirin.”