Li Colemêrgê nêzîkî lojmana polîsan teqîn
Li Colemêrgê li bejahiya vale ya pişt lojmana polîsan teqînek pêk hat.
Li Colemêrgê li bejahiya vale ya pişt lojmana polîsan teqînek pêk hat.
Li Colemêrgê li bejahiya vale ya pişt lojmana polîsan a Taxa Gaziyê teqînek pêk hat. Piştî teqînê li herêmê şewat derket. Gelek ambûlans û tîmên agirkujiyê sewqî herêmê hatin kirin. Di encama wesayîta agirkujiyê li têlên elektirîkê ket û şûn de li herêmê elektirîk qût bû. Piştî mûdaxeleya tîmên agirkujiyê şewata ku li herêmê derket hate vemirandin.
Polîsan cihê teqînê dorpêç kirin, gel ji cihê herêmê dûr xistin. Hat ragihandin ku di teqînê de kûştî û birîndar nîne. Hat diyarkirin ku teqîn di encama teqîna tûbeke gazê ya geşyariyê de pêk hatiye.