Li Amed û Êlihê aqûbeta nebediyan hate pirsîn
Kesên ku xizmên wan ji aliyê dewletê ve hatin nebedîkirin û qetilkirin, li Amed û Êlihê lêgerîna xwe ya edaletê dewam kirin.
Kesên ku xizmên wan ji aliyê dewletê ve hatin nebedîkirin û qetilkirin, li Amed û Êlihê lêgerîna xwe ya edaletê dewam kirin.
Li Amedê ÎHD û xizmên nebediyan bi slogana "Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin" cara 394'emîn çalakî li dar xistin. Çalikiya ku her hefte li Parka Koşuyolu dihat lidarxistin vê hefteyê jî ji ber qedexeya Walîtiya Amedê li avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê pêk hat. Di çalakiya vê hefteyê de çîroka windakirina welatiyê bi navê Bedrî Alagam ê di 1995'an de le navçeya Sûrê ya Amedê hate binçavkirin û carake din jê agahî nehat wergirtin hat parvekirin.
'BIRYARA QEDEXEYÊ NAYÊ FÊMKIRIN'
Ji Komîsyona Nebediyan a ÎHD'ê Hasan Yalçin di çalakiyê de axivî û diyar kir ku 2 hefte ye ji ber qedexeya Walîtiya Amedê mecbûr dimînin çalakiya xwe li avahiya komeleyê pêk bînin. Yalçan anî ziman ku dewlet li şûna ku aqûbeta nebediyan ronî bike, kiryaran bidarizîne ev biryarên ku tên girtin nayê fêmkirin û ew vê yekê qebûl nakin.
Yalçin bilêv kir ku aqûbeta Hurşît Kulter 93 roj in nehatiya aşkerakirin û ew ê ji bo vê yekê hewldanên xwe bidomînin. Yalçin destnîşan kir ku dîsa di lêpirsîna qetilkirina Tahîr Elçî de jî tu pêşketin tuneye û ew ê ji bo vê jî li qadan daxwazên xwe bînin ziman.
Yalçin piştre jî çîroka windakirina welatiyê bi navê Bedrî Alagam ê ku di 1995'an de li navçeya Sûrê ya Amedê hati binçavkirin û carake din jê agahî nehat wergirtin parve kir.
XIZMÊN NEBEDIYAN LI KOLANA GULÎSTANÊ HATIN CEM HEV
Li Êlihê jî xizmên nebediyan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê bi silogana "Bila winda bên dîtin kiryar bên dîtin" cara 394'emîn li kolana Gulîstanê hatin cem hev. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin.
Rêveberê ÎHD'ê Fahrettîn Asutay axivî û diyar kir ku li Kolombiyayê di navbera gerîlayên FARC'ê û artêşê de şerê ku 50 sal in berdewam dike û 220 hezar mirovan jiyana xwe ji dest dan bi peymanekî bi dawî bû. Asutay wiha got: "Fermandarê FARC'ê Carlos Lozada der barê rewşê de gotina 'Ev şeva tarî dê bi dawî bibe, diya aştî û ronahiyê vebe' bi kar anî. Daxwaza me jî ew e ku li welatê me jî ev şeva tirsnak di demeke kin de bi dawî bibe."
Di çalakiya vê hefteyê de çîroka nebedîkirina Yilmaz Gumuş hate parvekirin. Asutay wiha got: "Di 21'ê cotmeha 1993'yan de li dikana xwe ya wênekiyandinê de ji bo wêne bikişîne saet di 9.00'an de derketiye û careke din venegeriyaye. Ligel hemû lêgerînan jî jê careke din agahî nehatiye girtin."