Ji kovara Zenîthê, ku li Elmanyayê bi nûçeyên têkildarî Rojhilata Navîn li pêş e, Danîel Gerlach got, Tirkiye bi ‘’Şerê ranegihandî’’ ku tevlî şerê li Sûriyeyê bibe, sedema wê ew e ku naxwaze bibe ‘’Hêzeke têkçûyî” û diyar kir armanca wê ew e ku dixwaze ‘’Rewabûn’’a di destê Kurdan de, ji destê Kurdan bistîne. Gerlah diyar kir, bi destwerdanên derve re, şerê Kurdan ên li dijî DAIŞ’ê ku weke ‘ejdarha’ dide nasîn, wê Kurdan xurtir bike û Tirkiye jî di nav de eniya şer a hêzên derve wê berfirehtir bibe.
Rêvereberê Giştî yê Weşanê yê Zenîthê Danîel Gerlach têkoşîna bi DAIŞ’ê re ku weke ‘Ejdarha’ wesifandiye, di meşrûbûna têkoşîna Kurdan û Rojava de rola xwe dilîze. Gerlach diyar kir, Tirkiye jî naxwaze di nav têkçûyiyên vî şerî de were bicihkirin û got, hêzên ku dixwazin li Sûriyê bi awayekî leşkerî hebin lê naxwazin têk biçin, weke ‘’aliyê şerê ranegehandî’ dixwazin tevlî nav şer bibin.
Gerlach diyar kir, Tirkiye ku bi salan e hêzên ku hewl didan Sûriyê birûxînin xwedî dikir û diparast, ji ber sedema ‘Tirsa windakirinê’’ ye ku bi carekê re destwerdana leşkerî kir û ev bi asta ku bi Rûsyayê re bazarê bike, bi rê ve bir.
Gerlach diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê ji bo hêzên ku li dijî wê şer dikin ‘Sûdewar’ e û got, bi tevlêbûna vî şerî hem dixwaze meşrûbê ji destê Kurdan û ji destê rejîmê bistîne. Gerlach diyar kir, aloziya esasî jî ji vir dest pê dike û got, ev ê bi xwe re di heman demê de xurtbûna rejîmê û Kurdan a bi awayekî leşkerî bi xwe re bîne.
Gerlach diyar kir, bi xurtbûna Kurdan û rejîmê re (amaje bi Tirkiyê jî dike) ev hêz bi dijminatiyên nû eniya şer berfireh dikin.
Gerlach di dema ku 2014’an Tirkiyê rayedarên Konsolosxaneya Mûsilê ya Tirkiyê standibûn û piştî wê jî û di destpêka êrîşa DAIŞ’ê ya bi ser Kobanê de, ji bo DAIŞ’ê gotibû, sernivîsa ‘’ku mar bi xwediyê ve bide’’ bi kar anîbû.