Sevîk û Apakhan ber bi bêdawîtiyê hatin verêkirin: Em ê xwedî li mîrateyên wan derkevin

Endamê YPS’ê Abûzer Sevîk ê di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest da û gerîlayê HPG’ê Hakki Apakhan ber bi rêwîtiya dawî ve hatin birêkirin.

Cenazeyê Abûzer Sevîk (Taylan Tûfan Tolhildêr) ê YPS'î yê li navçeya Hezexê ya Şirnexê di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dabû piştî encama testa DNA'yê ji Rihayê hate wergirtin û li Amedê hate definkirin. MEYA-DER, HDP, DBP, parlamentera HDP'ê Feleknas Ûca, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê jî di nav de bi sedan kes beşdarî merasîma cenaze bû. Ciwanan li Goristana Yenîkoyê darbesta Sevîk hilgirtin û heta cihê ku bê definkirin meşiyan. Ciwanan bênavber dirûşmên "PKK gel e, gel li vir e" "Bijî Serok Apo" berz kirin.

Sevîk ê di 1995'an de li Mêrsînê ji dayik bû, bi malbata xwe re karkeriya demsalî dikir. Sevîk li Ameda ku bi salan hesreta wê bû hate definkirin. Dayika Sevîk li ser gora kurê xwe lorand û li hemberî qetilkirina zarokên xwe nerazîbûn nîşan da. Sebahat Sevîk li ser gorê hine li destên xwe kir û anî ziman ku xwestiye kurê xwe li Ameda ku gelek jê hez dikir bi destê hine oxir bike.

Piştî cenaze hat definkirin, bi sedan kesan li ser gorê ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin û dema rêzgirtinê sirûda "Çerxa Şoreşê" xwendin.

Li ser gora Sevîk ji wesiyeta malbatê strana Bahoz Arslan a bi navê "Dayê" ku Sevîk jê hez dikir hat vekirin. Dema stran hat gotin demên hestewar çêbûn.

Piştre Hevseroka MEYA-DER'ê ya Amedê Ayşe Dîcle axivî û diyar kir ku ji bo azadiya gelê Kurd di berxwedanê de bi sedan qehremanan jiyana xwe ji dest dane. Dîcle anî ziman ku ew ê xwedî li mîrateya wan qehremanan derkevin û berxwedana gelê Kurd wê ti caran neyê şikandin.

Piştî axaftinan merasîm bi dawî bû.

SÊRT

Cenazeyê Hakki Apakhan (Orhan Sêrt) ê li mezraya Xendekan a gundê Çewîrme ya navçeya Tatosa Erziromê jiyana xwe ji dest dabû jî piştî ku ji aliyê malbatê ve hat teşxîskirin hate wergirtin. Cenazeyê Apakhan li Sêrtê hat definkirin. Cenazeyê Apakhan li Goristana Zeviye piştî wecîbeyên olî hate veşartin.

Ji bo Apakhan li taxa Barişê konê sersaxiyê hat danîn.