NÛ BÛ

HPG: Di çalakiya Cizîrê de 118 ‘endamên hêzên ewlehiyê’ hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku di çalakiya Cizîrê de ku li dijî polîsên Tirk pêk hat, 118 personelên dewletê hatine kuştin. Her wiha nasnameya gerîlayê fedaî jî eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku di çalakiya Cizîrê de ku li dijî polîsên Tirk pêk hat, 118 personelên dewletê hatine kuştin. HPG’ê ragihand ku çalakiya fedaî ji hêla Mûstafa Aslan bi nasnav Firat Pirsûs pêk hatiye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî çalakiya ku duh li dijî hêzên dewleta Tirk a li navçeya Cizîr a Şirnexê pêk hat, daxuyaniyek nivîskî weşand.

ÇALAKIYA FEDAÎ HATE LIDARXISTIN

HPG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku 26’ê Tebaxê saet 06.40’an Midûriyeta Emniyetê, Lojmanên Emniyetê, Midûriyeta Hêzên Çewîk, Mala Qeymeqamtiyê, avahiya MÎT’ê û nuqteya kontrolê ya Polîsan kul i ser rêya Cizîr-Şirnexê ya li navçeya Cizîr a Şirnexê ne û hêzên ewlehiyê yên dewleta Tirk plansaziyên qetlîama Cizîrê lê amade kiribûn, ji hêla gerîlayekî ve bi ‘çalakiyek fedaî’ hatiye hedefkirin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Hevalê me Firat Pirsûs bi şîara, ‘Ji ber em ji Rêbertiya xwe agahiyê nagirin, êdî em li ti kesî guhdar nakin; em ê çalakiyên fedaî pêş bixin. Di çarçoveya dirûşmeya ‘Bê Serok Jiyan Nabe!’ em ê çalakiyên xwe mezintir bikin’ bi wesayîtek teqemenî barkirî ve çalakî li dar xistiye.

LI HEWŞA AVAHIYA KU 280 ENDAMÊN HÊZÊN ÇEWÎK LÊ DIMAN TEQÎN PÊK HAT

HPG’ê, di daxuyaniyê de cih da van detayan;

“Di çalakiya fedaî de ku ji bo bîranîna şehîdên Cizîrê hate lidarxistin, wesayîta teqemenî bakirî li hewşa 2 avahiyên girêdayî Midûriyetê ku 280 endamên Hêzên Çewîk lê dimînin, hate teqandin. Ev 2 avahî bi temamî hilweşiyan, depoya cebilxaneyê ya li vir jî teqiya û şewitî û domahiya 4 saetan jî teqînan dewam kirin.

60 WESAYITÊN ZIRXÎ HATIN RÛXANDIN

Di dema çalakiyê de 60 wesayitên zirxî ( Ranger, Akrep, Kobran, Kirpî, BTR û hwd.) bi temamî hatine rûxandin. Li vê derê hin wesayit û Konteynirên Zirxî bi bandora teqînê pekîne Çemê Dîclê. Beşekî girîng ê bînahiya Emniyetê hilweşiya, dîwarên wê rûxiyan, Mala Qeymeqamtiyê û bînahiya MÎT’ê jî ziyaneke mezin gihayê.

118 ‘HÊZÊN EWLEKARIYÊ’’ HATIN KUŞTIN, 152 BIRÎNDAR BÛN

Di teqîna Midûriyeta Qewetên Çevîk de û ya li baxçeyê Qereqolê bi zelalî 118 hêzên ewlekariyê hatin kuştin, 152 ji wan jî birîndar bûn. Di çalakiyê de qeymeqam jî birîndar bû, hijmara kesên ku li bînahiya MÎT’ê û li bînahiyên din ên ku şewitîn û kavil bûn nayê zanîn bê ka çend kes mirin.

2 SIVÎL BIRÎNDAR BÛN

Piştî çalakiyê hêzên ewlekariyê yên birîndar û mirî bi ambûlans, helîkoptêran rakirin nexweşxaneyên Cizîrê, Silopya, Şirnex, Mêrdîn, Amed û Êlihê. Di çalakiyê ku ketin û derketina li Cizîrê hate qedexekirin, 2 sivîl birîndar bûn.

ÇALAKÎ FIRAT PIRSÛS PÊK ANÎ

Hevrêyê me Firat Pirsûs ê ku çalakiya fedaî kirî, 2006’an Rêber Apo û têkoşîna PKK’ê nas dike û ji bo vê meraqa xwe ya mezin têr bike dikeve nav lêkolînan û lê hûr dibe. Têkoşîna azadiyê ya ku di dema xwendinê de baştir nas dike, ji bo ku tevlê bibe jî gav davêje. 2012’an tê çiyayên Kurdistanê û xwe dide gelê xwe. Hevrê Firat hemû xebatên xwe bi performanseke serkeftî domand û bi vî awayî bû xwedan helwesteke mînak.

Hevrê Firat Pirsûs ku hişmendiya, heya Rêber Ap azad nebe, heya ku Kurdistan azad nebe wê jiyaneke rast nikaribe were jiyîn, di dilê xwe de, di meşa xw ya azadiyê de tim pêk aniye, bi çalakiya Fedaî ya ji bo bîranîna Şehîdên Cizîrê, tevlî nav karwanên şehîdên azadiyê bûye.

Nasnameya hevalê me yê çalakiya fedaî li dar xist wiha ye;

Nasnav: Firat Pirsûs

Nav û Paşnav: Mûstafa Aslan

Cihê Jidayikbûnê: Riha

Navê Dayik û Bav: Hatîce - Huseyîn

Dîrok û Cihê Şehadetê: 26’ê Tebaxa 2016’an /Şirnex”

...