Li taxa Cûdî ya navçeya Silopiya Şirnexê şevê din teqînek pêk hat û di encamê de 8 zarok birîndar bûn. Di teqînê de ku li kolana Ergîn pêk hatî, 2 jê giran 8 zarokên birîndar bûn bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê. Ji zarokên birîndar Abdûlkerîm Alkîş rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê û Resûl Eren jî rakirine Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Xarpêtê. Dermankirina zarokên bi navê Tûba Ertaş (8), Esra Yîgît (9), Mehmet Ertaş (3), Aygul Bozdag (7), Sevîm Alkîş (11) û Sûde Bozdag (8) li Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayç berdewam dike.
Li gorî agahiyên şêniyên taxê, dema wesayîta zirxî ya polîsan di kolanê re derbas dibe ji wesayîtê heyberekê davêjin kolanê û piştre teqîn çêdibe.