Gerîlayê HPG’ê Masîro ber bi rêwîtiya dawî ve hate verêkirin

Cenazeyê Gerîlayê HPG’ê Masîro Şoreş ê li Dersîmê jiyana xwe ji dest da, li Êlihê hate definkirin.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Kadîr Kaya (Masîro Şoreş) ê li navçeya Qisleyê ya Dersîmê di şerê 22’yê Tebaxê de jiyana xwe ji dest da, ji hêla malbat û rêveberên MEYA-DER’ê ve ji Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê hate wergirtin, bi konvoyekî ve birin Goristana Asrî ya Êlihê. Piştî li goristanê wecîbiyên olî bi cih hatin anîn, ji bo definkirinê li ser milan birin gorê. Di merasîmê de ku bi hezaran kes tevlî bûn, dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Silav Silav Ji Îmrali Re Hezar Silav”, “Ey Şehîd Xwîna Te Li Erdê Namîne” hatin berzkirin.

Dayika Kaya Fatma Kaya siniya hineyê ya ji bo kurê xwe amade kiribû domahiya merasîmê di dest xwe de girt. Dema definkirinê, dayika Kaya siniya hineyê li ser gora kurê xwe danî.

Piştî cenaze hate veşartin, rêz hate girtin. Dayik û xizmên kaya bi lorikan dil sotin.

Dayik Fatma Kaya di merasîmê de axivî, diyar kir ku kurê wê şehîdê tevahî Kurdistanê ye, bav Sabrî Kaya jî ev gotin; “Hêvîdar im ku kurê min bibe şehîdê dawî. Êdî bila aştî were vî welatî û dilê ti kesî neşewite. Serê Serok Apo û Kurdistanê sax be.”

Hevserokê Şaxa MEYA-DER’ê Şukru Baytar jî destnîşan kir ku wê ala kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane li erdê nehêlin û heta serkeftinê wê têkoşîna wan bidomînin.

Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran jî diyar kir ku gelê Kurd aştiyek bi rûmet dixwaze, got, “Em ne aştiyek di bin serweriya emperyalîstan, aştiyek layiqî gelê Kurd û bi rûmet dixwazin.”

Merasîm bi tilîlî û dirûşmeyan bi dawî bû, malbat wê li mala sersaxiyê ya li Taxa Girê Saforayê sersaxiyan qebûl bike.