Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê: Em dengê xwe li artêşa Tirk dikin!

Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê bal kişand ku dewleta Tirk ne DAÎŞ’ê, lê hêzên wan dikin hedef, bang li raya giştî ya navneteweyî kir. Meclîsê, dengê xwe li artêşa Tirk kir.

Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê, têkîldarî dagirkeriya dewleta Tirk a li Cerablûsê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de êrîşên artêşa Tirk a li ser gundê Til-Emarneyê jî hate bi bîr xistin û ev hatin gotin:

″Balafirên artêşa Tirk îro di saetên sibehê de li gundê El-Emarne yê dikeve başûrê Cerablusê  nuqteyên me û deverên ku sivîl lê ne, bombebaran kirin. Di encama vê bombebaranê de sivîl birîndar bûn. Ev yek zêdegaviyeke xeter a ji aliyê Tirkiyê ve ye. Ev bombebarankirina wan li ser çarenûsa herêmê xeteriyeke mezin e. Wê li herêmê şerên nû despê bikin.

Ev kiryarên bi vî rengî wê li pêşiya armancên me nebin asteng. Armanca me ya sereke ya şer, li hemberî çeteyên DAIŞ’ê û terorê ye. Em ti carî ji vê yekê venagerin. Artêşa Tirk û komên girêdayî wê, divê encamên van kiryarên xwe yên dijminane ku li pêşiya şerê li hemberî terorê dibin asteng, tehemûl bike û hesabê wê bide.

Bila Tirkiye li hemberî hêzên me yên ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dikin, êrîşan pêk neyînin.

Em der barê van kriyaran de, artêşa Tirk hişyarî dikin. Em dikarin parastina xwe bikin û ji civaka navnetewî û hêzên koalisyona navnetewî dixwazin ku destwerdana van êrîşan bikin. Encama êrîşa Tirkan a li ser rewşa bakurê Heleb û têkoşîna hemberî terorê, xetere ye.

Ji bo ku di navbera me de şer çênebin, em nêzî herêma sînor nebûne. Eger ku ew têkildarî hêzên me nebin, em ê herêma sînor bi ewle bihêlin.”