NÛ BÛ II

Di navbera Meclîsa Leşkerî ya Cerablûs û hêzên Tirk de şer derket

Tankên Tirkan êrîşî gûndê El-Emarne ê Başûrê Cerablûsê ku di bin kontrola şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de kirin. Li gundê Yûsûfbayk di navbera Meclîsa Leşkerî ya Cerablûs û hêzên artêşa Tirk de şer derket.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên ji Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hatin wergirtin, tankên artêşa Tirk ku derbasî bajarê Cerablusê bûne, êrîşî çeperên hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê yên li gundê El-Emaren yê ku 8 km li başûrê bajarê Cerablusê û gundê Yûsûfbayk ê dikeve Başûrêrojhilatli bakurê kirin.

Hat ragihandin ku li ser bersivdayîna şervanên Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê şerê dijwar qewimî. Şer di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê û hêzên artêşa Tirk de dewam dikin. Hat diyarkirin ku şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê tankekî aîdî çeteyan îmha kirine.

Di saetên sibehê de balafirên şer êrîşî gund kiribûn. Hat diyarkirin ku bi obusan jîngehên welatiyên sivîl lê dijîn hatine bombekirin. Çavkaniyên herêmî jî dan zanîn ku pêgeyên keşfê yên bê mirov ên aîdî dewleta Tirk li ser herêmê re firiyane.

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihandibû wê bersiva êrîşan bide.