Bajarên Kurdistanê li dijî tecrîdê amadekariyên mîtîngan dikin
Li Kurdistanê ji bo azadiya Ocalan wê bi şîara, “Ji tecrîdê re êdî bes e; ji bo aştiyê em li qadan in“ mîtîng bên lidarxistin.
Li Kurdistanê ji bo azadiya Ocalan wê bi şîara, “Ji tecrîdê re êdî bes e; ji bo aştiyê em li qadan in“ mîtîng bên lidarxistin.
Bajarên li Bakurê Kurdistanê li dijî tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê 1’ê Îlonê dest bi mîtîngan bikin.
Navenda Giştî ya DBP’ê têkîldarî mijarê daxuyanî da, diyar kir ku hikûmeta AKP’ê û Erdogan pêvajoya şerî ji nû ve dane destpêkirin û kûrkirin û got: “Pêvajoya aştî û muzakereyan hatiye bidawîkirin, tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan hê zêdetir hatiye şidandin.”
Di daxuyaniyê de DBP’ê got, “Partiya me ji bo aştiya Tirkiyeyê bi çendan caran aniye ziman ku pêwîst e tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan rabe û muzakere destpê bikin, wê vê bidomîne” û têkîldarî çalakiyan ev ragihandin;
“Ji bo şer veguherin aştiyê û tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan bê rakirin, em bi şîara ‘Ji tecrîdê re êdî bes e; ji bo aştiyê em li qadan in’ mîtîngan, hevdîtinên gel, xelekên aştiyê û meşan organîze dikin.”
BERNAMEYA MÎTÎNGAN
Bernameya DBP’ê ya ji 1’ê Îlonê hate 7 Îlonê wiha ye:
"1- Êlih, Mîtînga Jinê (1 Îlon)
2- Mîtînga Rihayê (3 Îlon)
3- Mûş, Hevdîtina Gel (5 Îlon)
4- Çewlik,Hevdîtina Gel (6 Îlon)
5 – Mîtînga Colemêrgê (7 Îlon)