Artêşa Tirk li sînorê Kobanê dest bi provokasyonan kir
Dewleta Tirk a li dijî Rojava lez daye êrîşên xwe yên siyasî, dîplomatîk û leşkerî, li herêma Kobanê dest bi kolana xendekan kir.
Dewleta Tirk a li dijî Rojava lez daye êrîşên xwe yên siyasî, dîplomatîk û leşkerî, li herêma Kobanê dest bi kolana xendekan kir.
Li gor nûçeya ANHA’yê, leşkerên artêşa Tirk bi konvoyek wesayîtên zirxî ve sînorên Kobanê binpê kirin, li axa Rojava dest bi kolana xendekan kirin.
Li gor nûçeyê, konvoya wesayîtên zirxî ya leşkerên tirk û wesayîtên bi tîpa Akrep danê nîvro ji deriyê sînor sînorên Kobanê îxlal kirin, li axa Rojava dest bi kolana xendekan kirin.