Dînç: Ji bo rakirina tecrîdê divê gel bikeve nava tevgerê
Parêzer Mazlûm Dînç li Nobeda Azadiyê ya li Xelfetiyê axivî û destnîşan kir, tecrîda li ser Ocalan bi berxwedana gel dikare bê rakirin û banga têkoşînê li gel kir.
Parêzer Mazlûm Dînç li Nobeda Azadiyê ya li Xelfetiyê axivî û destnîşan kir, tecrîda li ser Ocalan bi berxwedana gel dikare bê rakirin û banga têkoşînê li gel kir.
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç, rêveberên HDP û DBP'ê yên Xelfetî û Bêrecûkê, aktîvîstên KJA'yê, Dayikên Aştiyê, malbata Ocalan û bi sedan kes tevlî nobeda li Parka zadiyê ya 4'ê Nîsanê bûn.
Ji parêzerên Ocalan Mazlûm Dînç, ku di heman demê da warîsê Ocalan e, li vir axivî û bibîr xist, ku ji sala 1999'an û vir ve Rêberê Gelê Kurd di nava tecrîdeke giran de tê girtin. Dînç diyar kir, Girava Îmraliyê li gorî sîstema îşkenceyê hatiye amadekirin, ji bo tecrîdê hatiye dîzaynkirin û anî ziman, Ocalan bi salan e li dijî vê sîstema îşkenceyê û polîtîkayên tecrîdê li ber xwe dide û bi vî rengî dijî.
Dînç bal kişand ser hesabên qirêj ên hêzên navneteweyî li ser Kurdistanê dikin û da zanîn, yekane kesê dikare van hesabên qirêj têk bibe Ocalan e. Dînç got, "Yê ku karibe polîtîkaya tecrîdê ji holê rake jî, gel e û berxwedana gel e."
'JI BO AZADIYA OCALAN DIVÊ GEL BIKEVE NAVA TEVGERÊ'
Parêzer Dînç ragihand, bi ti awayî mafê hiqûqî û destûra bingehînî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nayê dayîn û got, "Birêz Ocalan bi salan ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê ket nava hewldanan. Tevî ku di nava mercên giran de tê ragirtin jî, bi vîneke bêhempa tevgeriya. Em dibînin, bi polîtîkayên tecrîdê re hewl didin pêşî li Birêz Ocalan bigirin. Bi rengekî bêhiqûqî hevdîtin, axaftina bi telefonê û nivîsandina nameyan tên astengkirin. Tevî ku ev maf di qanûnên dewleta Tirkiyeyê de heye jî, bi regnekî antî demokratîk tê binpêkirin. Li dijî vê yekê, ya ku divê em bikin pêşîvekirina li Birêz Ocalan e. Ji bo ji nû ve destpêkirina hevdîtinan, pêkhatina mercên muzakereyê û bi taybetî ji bo tenduristî, ewlekarî û azadiya Birêz Ocalan divê gel bikeve nava tevgerê. Girîng e li dora Ocalan li hev bicive. Weke parêzerên wî em serlêdanên hevdîtinê dikin, lê hemû tên redkirin. Yên ku qaşo qala demokrasî û mafên mirovan dikin, dema mijar Ocalan be ne demokrasiyê, ne jî mafên mirovan nas dikin."
Çalakî bi qîrîna dirûşmeyan qediya.