Gerîlayê HPG’ê Bellîer hate definkirin
Gerîlayê HPG’ê Demhat Firat Bellîer ji hêla bi hezaran kesî ve ber bi bêdawîtiyê hate verêkirin.
Gerîlayê HPG’ê Demhat Firat Bellîer ji hêla bi hezaran kesî ve ber bi bêdawîtiyê hate verêkirin.
Cenazeyê gerîllayê HPG’ê Demhat Firat Bellier (Çayan Can Gever) ku li çoltera navçeya Sasonê jiyana xwe ji dest dabû li gundê Tiloran ya Geverê ji aliyê hezaran welatiyan ve hat birêkirin.
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Demhat Firat Bellier (Çayan Can Gever) ê li çoltara navçeya Sasona Êlihê di 24’ê Tîrmehê bi encama bombebaranê jiyana xwe ji dest dabû li gundê Tiloran ya Gevera Colemêrgê hat verêkirin. Cenazeya Bellier li ser riya Gever-Şemzînanê ji aliyê konvoyek dehan wesayîtan pêk dihat hat pêşwazîkirin. Konvoya cenazeyê ku ber bi riya gund ket li ser welatiyên gundên derdorê jî bi tilîlî û tiliyên serkeftinê hat pêşwazîkirin.
Cenazeyê Bellîer ku li ber mizgefta gund bi dirûşma “Şehîd namirin” hat pêşwazîkirin piştî wecîbeyên olî ber bi goristana gund li ser milên welatiyan bi rê ket. Di meşa merasîmacenazeyê de li gel parlementerên HDP’ê yên Colemêrgê Abdullah Zeydan û Nihat Akdogan, endamên DBP, HDP’ê, nûnerên MEYADER’ê û bi hezaran welatî amade bûn.
Di meşê de her tim dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd Namirin" û "Ey Şehîd Xwîna Te Li Erdê Namîne" hatin berzkirin û ciwanan bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCK û HPG’ê pêşengitiya meşê kirin. Jin bi cilên reş beşdarî meşê bûn û gelek welatiyan rondik barandin.
Piştî nimêja cenazeyê cenazeyê gerîlayê HPG’ê Bellîer bi dirûşma “Şehid Namirin” hat veşartin. Di merasîma veşartinê de ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyek rêz hatgirtin. Xizmên Bellîer di merasîmê de axivîn û spasiyên xwe pêşkêşî kesên ew tenê nehiştine kirin.
Parlementer Zeydan jî di merasîmê de axivî û bel kişand ser polîtîkayên şer ên AKP’ê. Zeydan li ser tecrîda giran a li ser Ocalan tê meşandin jî şermezar kir û wiha got: “Em divê li xwedî serpêhatiya kesên dixwestin li ser axeke azad, azad bijîn derkevin.”
Girseya qelebalix piştre derbasî mala şînê bû.