Li Çelê şerê dijwar didome

Li qada Ertûş a navçeya Çelê ya Colemêrgê mabeyna leşkerên artêşa Tirk û gerîlayan de şerê giran dewam dike, gerîlayên HPG’ê li dijî navenda navçeya Tetwan a Bedlîsê operasyonek şoreşgerî ya berfireh li dar xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li qada Ertûş a girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê operasyona ku ji hêla artêşa TC hatiye destpêkirin bi berfirehî didome, her wiha şerê dijwar rû dane. HPG’ê destnîşan kir ku li navçeya Tetwan a Bedlîsê jî gerîlayan operasyona şoreşgerî pêk anîne.

HPG’ê têkîldarî operasyon û şerê li Çelê agahî parve kirin û got; “1’ê Îlonê saet 20.00’an saet 00.00’an artêşa TC êrîşek dijwar a hewayî li dijî kelha Ertûşê, qûntarên Şehîd Cahît û Şehîd Newal li dar xistiye. Li nuqteyên nêzî qirika Şehîd Newal, Şehîd Cahît, kelha Ertûşê leşker hatin danîn, danê sibehê mabeyna gerîlayên me û yekîneyên dijmin de ji mesafeyek nêz şerê dijwar qewimiye.

Şerê giran heta 2’yê Îlonê saet 05.00’an berdewam kiriye. Gerîlayên me li dijî leşkerên artêşa TC ên xwe li girê Şehîd Cahît bi cih kirine çalakî li dar xistin. Hêzên me li vir ketin gir. Li gir cih bi cih şer didome. Her wiha hêzên me li girê Şehîd Newal jî bi leşkerên artêşa TC re şer dikin. Dîsa li kelha Ertûşê û derdora wê jî şer bi awayekî dijwar didome. Ji saetên danê sibehê ve balafirên şer qad bomberdûman kirin; qereqolên li derdor jî bi obus, hewan û tankan bomberdûman domandine. 1’ê Îlonê jî gerîlayên me saet 14.00-16.30’an bi çekên giran li leşkerên ku xwe girê Guvenlîk bi cih kirine dan. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatiye zelalkirin.

1’ê Îlonê saet 19.00-00.00’an artêşa TC bi balafirên şer qada kelha Ertûşê bomberdûman kir.

31’ê Tebaxê saet 17.00’an dema 6 TIR’an ji bo artêşa TC ji Colemêrgê ber bi Çelê konteynir dibirin, li mintiqa mabeyna gundên Dereva Talê û Dizê yên girêdayî Colemêrgê, hêzên me çalakiya sabotajê li dar  xistin. Li vir 1 TIR û Konteynir bêkêr bûne.”

DI ÇARÇOVEYA PÊNGAVA ŞEHÎD ÇEKDAR MAHÎR SERBEST DE OPERASYONA ŞOREŞGERÎ HATE LIDARXISTIN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di çarçoveya Pêngava Şehîd Çekdar Mahîr Serbest de  operasyona hatiye lidarxistin û ev detay parve kirin:

“Di çarçoveya Pêngava Şehîd Çekdar Mahîr Serbest de ji ber ji Rêber Apo agahî nayên girtin, hêzên gerîlayên me êvara 31’ê Tebaxê li dijî navenda navçeya Tetwan a Bedlîsê operasyonek şoreşgerî ya berfireh dane destpêkirin. Di vê çalakiya berfireh de yekîneyên berxwedanê yên YPS-YPS-JIN’ê jî bi awayekî çalakî cihê xwe girtine. Detayên operasyonê wiha ne;

Saet 22.00’an taxên Fatîh, Dûmlûpinar, Karataş, Tûk, Fûar û Yeşîlmezra ên li navenda Tetwanê hatin kontrolkirin, ketin û derketinên wan hatin girtin. Tîmek gerîlayên me li dijî nuqteya polîsan çalakî li dar xist, 2 polîsên li kulubeyê hatine kuştin. Li vir wesayîtek zirxî ya Kobra jî hate rûxandin, piraniya leşkerên tê de jî mirine. Têkîldarî leşkerên mirî û birîndar agahiyek zelal nehate girtin, artêşa TC hewl da bi helîkopterên Kobra û panzeran ve mudaxele bike. Panzera bi armanca destwerdanê hat bi roketan hate derbkirin û neçar ma vekişe. Artêşa Tirk bêçare erazî da ber guleyan, cerdevanên gundê Engesero jî gule li derdora xwe reşandine. Hêzên dewletê heta 1’ê Îlonê saet 10.00’an li van taxan qedexeya kolanan îlan kiriye.

Trafoyê mezin ê ku elektrîkê dide nuqteyên dewletê û yên leşkerî yên li navenda Tetwanê bi çalakiya sabotajê hatiye texrîbkirin. Saet 21.30’an Trafoyê li Taxên  Kirêcocagi û Dûmlûpinarê jî hatine rûxandin. Saet 21.30’an gerîlayên me yên YJA Starê û yekîneyên YPS JIN’ê rê girtin û xistin kontrolê. Depoya mazotê ya Rêhesinên Dewletê hate hedefkirin û xisarek mezin danê. Li ser taxên Dûmlûpinar û Kireçocagi tevgera Skorsky û Kobrayan pêk hatiye.

Çalakiya ku dewletê nikarîbû bi ti şêwazî mudaxele bike û yên hewl dan mudaxele bikin jî derb xwarin, bi serkeftî hatiye meşandin. Artêşa TC piştî çalakiyê, li taxan ketober mirovan binçav dike.

1’ê Îlonê saet 13.00’an leşkerên qereqola Kotom û yên li derdora ya girêdayî Tetwanê operasyonek daye destpêkirin. Li dijî leşkerên di nav tevgerê de bûn çalakiya sabotajê hate lidarxistin û 2 leşker hatin kuştin.

1’ê Îlonê saet 21.00’an gerîlayên me konvoyek leşkerî ya ber bi Tetwana Wanê diçû kirin hedef. Li dijî wesayîta zirxî ya Kîrpî beriya bigihêje taxê çalakiya sabotajê hate lidarxistin û ev wesayît hatiye îmhakirin. Artêşa TC mirî û birîndarên xwe bi 8 ambûlansan rakirine. Li vir bi zelalî 8 leşker mirine.

Di encama vê operasyonê de ku di şexsê hevalê Şehîd Xemgîn Koçer de ji bo bîranîna tevahî gerîlayên me yên îsal şehîd ketine hatiye lidarxistin, bi zelalî 12 mirî û bi dehan birîndar çêbûne. Dîsa di encama çalakiyan de 2 wesayîtên zirxî rûxiyan û wesayîtek zirxî jî derb xwar.”

HPG’ê têkîldarî şerê li qadên din jî ev gotin:

SKORSKY BI ÇEKÊN GIRAN DERB XWAR

‘’30’ê Tebaxê, saet 17.45’an helîkoptêreke bi tîpa Skorskyê li ser sînorê Şemzînanê dema ku di nav tevgerê de bû, ji hêla hêzên me derb lê hatiye xistin. Piştî vê helîkoptêra Skorskyê ji qadê dûr ketiye.

31’ê Tebaxê kontrayekî bi navê Menderes Ozer li mintiqeya di navbera gundên Dê û Dêmanê yê girêdayî Şemzînanê, ji hêla yekîneyekî me ve hatiye cizakirin. Kesê bi navê Menderes Ozer bi dijmin re hevkarî dikir, bûbû sedema şehîdbûna Gerîlayên me û tevlî gelek operasyona bûbû. Tevlî lîstikên qirêj ên herêmê bûbû, gel ziyan gihandibû gelê me û nirxên têkoşîna gelê me.

LI BERWARIYÊ 5 LEŞKER MIRIN

1’ê Îlonê saet 10.30’an qereqola Osyanê ya girêdayî Berwariyê ya Sêrê li qadê operasyonek daye destpêkirin. Hêzên me yên YJA Starê li Girê Spîndaran ê qada Şehîd Harûn, yekîneyeke artêşa TC’ê kiriye jêr kontrola xwe û çalakîyek bi ser wan de kiriye. Di vê çalakiyê de 5 leşker mirine û 3 birîndar bûne. Piştî çalakiyê helîkoptêrê li qadê xistiye û şewat derxistiye. Operasyon heman rojê saet 20.00’an bêyî ku encamekê bistîne vekişiyaye. Ev çalakî li dijî tecrîda li ser Rêberê me hatiye çêkirin.

BI RPG-7’AN LI BARÛYÊ XISTIN

31’ê Tebaxê saet 22.40’an hêzên me çalakiyek bi ser qereqola Uçurê ya Hênê ya Çewlikê de li dar xistin. Hêzên me bi RPG-7’an li barûyan xistine. Di dema çalakiyê de, cerdevanên li herêmê hewl dan ku bersivê bidine hêzên me. Di vê çalakiyê de nehatiye zelalkirin bê ka çend leşker mirine û çend birîndar bûne.

1’ê Îlonê saet 10.30’an Hêzên me li Hênê ya Çewlikê çalakiyeke sabotojê li dijî trênekê li dar xistiye û ev trên kete rewşeke wiha ku êdî nema dikare wer bikaranîn.

LI AZARPÊRTÊ KESEK HATE CIZAKIRIN

14’ê Tebaxê li gundê Înege ya Azarpêrt a Çewlikê kesekî bi navê Nevzat Arincak ji hêla yekîneyê me ve hatiye cizakirin. Li wê herêmê destê wî di şehîdbûna gerîlayan de hebûye û her wiha di girtinên herêmê de jî.

LI SKENDERÛNÊ ŞEREKÎ DEM KURT

29’ê Tebaxê saet 12.20’an li mintiqeya Degîrmendere ya Skenderûnê ya Hetayê, yekîneyeke me ya gerîla û leşkerên artêşa TC’ê li hev rast hatine û şerekî dem kurt pêk hatiye. Li vê derê hijmara mirî û birîndarên leşkeran zelal nebûye.”