Nameyên dîrokî: Roj îro ye, sibe dereng e!
Di dema dawî de gelek gerîlayên HPG/YJA Starê çalakiyên fedayî pêk anîn. Yek ji van jî Dîrok Amed (Îshak Katar) e. Amed di nameya xwe de dibêje, "Roj îro ye, sibe dereng e."
Di dema dawî de gelek gerîlayên HPG/YJA Starê çalakiyên fedayî pêk anîn. Yek ji van jî Dîrok Amed (Îshak Katar) e. Amed di nameya xwe de dibêje, "Roj îro ye, sibe dereng e."
Gerîlayê HPG'ê Dîrok Amed 8'ê Hezîrana 2016'an saet di 11:00 de, li dijî Midûriyet Emniyetê ya li navçeya Mîdyat a Mêrdînê çalakiyeke fedayî lidar xistibû.
Li avahiya emniyetê ya ji şeş qadan, 150 polîs hebûn. di encama çalakiyê de nîzamiye, du maşînên zirxî û 10 wesayîtên polîsan ên sivîl ên li ber avahiya Midûriyeta Emniyetê bi temamî îmha bûn û xisareke mezin li lojmanên leşkerî yên li vê herêmê bû.
Gerîla Dîroka Amed (Îshat Katar) bi şiyara "Roj îro ye, sibe dereng" ev çalakiya canbexşane pêk anî. Di vê çalakiyê de bi zelalî 30 kuştî ji hêzên dewleta Tirk çêbûn û gelek leşker û polîs jî birîndar bûn.
JI BER KU KURD IM, HEQARET LI MIN DIHAT KIRIN
Dîrok Amed di sala 1986'an de li gundê Şergelga yê navçeya Çinar a amedê ji dayik bû. Di nava malbateke welatparêz de mezin bû. Bi qasî deh salan li metropolên TC jiya. Hingî pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwest û bi vî rengî hewl da têkoşîna azadiyê baştir fêhm bike.
Çalakgerê fedayî Dîrok Amed di destpêka nameya xwe de balê dikişîne ser pêkanînên li derveyî mirovahiyê ku di dema leşkeriya Tirk de ji ber Kurdbûna wî lê dihat kirin: "Di sala 2006'an de min leşkeriya TC kir. Min li vê derê dît û jiya, ku Kurdbûna min nebaş dihat dîtin, timî heqaret li min dihat kirin. Ji ber ku ez li ber vê radibûm gelek caran cezayê dîsîplînê dan min û gefa kuştinê li min hat xwarin. Di şexsê min de heqaret li Kurdîtiyê û PKK'ê dikirin. Min ji sîstema TC nefret dikir. Di sla 2008'an de tevlî xwepêşandanekê bûm. Li vê derê hatim girtin û piştre hatim berdan. Di sala 2009'an de dîsa hatim girtin. Bi qasî salekê li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê hatim ragirtin. Li vê derê ketim nav kûrbûneke xurt. Partî bûbû parçeyekî min. Vî karî têra min nedikir û min biryar da tevlî bibim."
LI DIJÎ HOVÎTIYA DIJMIN, MIN BIRYARA ÇALAKIYÊ DA
Dîrok Amed ragihand, ev saleke wî dixwest çalakiya fedayî pêk bîne û wiha dewam kir: "Haya min ji hişmendî, cidiyet û berpirsyariya çalakiyê heye. Tişta herî bedew e ku ez ê ji bo Rêbertî, partî û gel bikim. Ev yek Zîlanbûn e. Berxwedanên Dêrik, Sûr, Cizîr û Silopiyayê bi rastî jî gelekî bandor li min kirin. Ya li cihên weke Cizîr û Sûrê hat kirin, hovîtî ye. Ji bo careke din neyê kirin, ez dixwazim çalakiya fedayî bikim. Eger partî vê şensê bide min, ez soz didim ku ez ê bi rengekî serketî vê çalakiyê pêk bînin. Di vî warî de bi bawer û biryar im."
Dîrok Amed di beşek ji nameya xwe de destnîşan dike, ku ew dixwaze çalakiya fedayî weke bersivek li îşkenceya dewleta Tirk li cenazeyên gerîlayên PKK'ê dike û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lidar bixe. Amed dibêje, "Ez dizanim ku dijmin gerîla dişewitîne, parçe dike û teşhîr dike. Tecrîda dewam dawî ya li ser Rêbertî tê meşandin û zexta li gel tê kirin, gihîştiye wê radeyê ku mirov nema dikarin qebûl bikin."
EZ DIXWAZIM BIBIM NEFESEK JI BO GELÊ NISÊBÎNÊ
Dîrok Amed ku yek ji gelek gerîlayên bi çalakiya fedayî bersiv dane wehşeta dewleta Tirk e, nameya xwe bi vî rengî didomîne:
"Demeke bi vî rengî dema pêkanîna vê çalakiyê ye. Roj îro ye, sibe dereng e. Ji dil dibêjim ku ez ji bo vê çalakiyê amade me. Mîna ku Rêbertî dibêje, pêwîte mirov kêliyê di nava kêliyê de bijîn. Bi israr destnîşan dikim ku ew kêlî ev kêlî ye û naxwazim dereng bimînim. Bêteredût ez amade me çalakiya canbexşane lidar bixin. Dixwazim di dilê dijmin de, ku bûye serxweşê serketinê biteqim û bibim nefesek ji hevrêyên li Nisêbînê re. Destnîşan dikim, ku ev çalakiya dixwazim lidar bixin, ne ji ber hestewarî û bêçaretiyê ye.
Dema hemû sirên şer, aştî, jiyan û hevrêtiyê bi hevrêyên jin re bi awayekî rast werin jiyîn, hingî jiyana bi Rêbertî re pêkan e. Ez pê bawerim ku şer û aştî wê bi afirîneriya hêza jinê pêk werin. Li şûna ku li ser hevalên jin bifikirin, pêwîste mirov wan hîs bikin û bibin hevparê nêrîn û hestên wan.
Ji bo malbata min; Beriya her tiştî divê çeka min li erdê nemîne. Di serî de dayik û bavê xwe, ez hemû ferdên malbata xwe ji dil silav dikim. Keda we hemûyan li ser min heye û ez xwedî li her kêlî û bîranînên we derketim. Tiştekî dawî ji we dixwazim. Zarokan bi çanda Kurd mezin bikin û perwerde bikin. Ji her zarokekî re qala rastiya Rêbertî û Kurdistanê bikin. Eger min bêhurmetiyek li we kiribe, li min biborînin. Ez rexnedayîna xwe didim we. Yek bi yek ji we hemûyan hezi dikim û ji dil we silav dikim. Cihê min şehîdgeha Bagokê ye. Min ji wir negirin û qet negirîn. Divê mîna dawetekê be.
Bi silav û rêzên şoreşgerî
09.05.2016
DÎROK AMED"
ÇALAKIYA WÎ BÛ HESABPIRSÎN
HPG'ê der barê çalakiya canbexşane ya gerîla Dîrok Amed daxuyaniyek da bû, bal kişandibû ser dilsoziya kûr a Amed bi têkoşîna azadiyê re û destnîşan kiribû, ku ji ber vê yekê biryara lidarxistina vê çalakiyê daye. Di daxuyaniya HPG'ê de hatibû gotin, "Hevalê Dîrok Amed ku hezirina Rêber Apo, gel û welatê Kurdistanê di dilê xwe de mezin kir, ev yek veguherand hişmendiyeke mezin û çalakî pêk anî. Çalakiya wî bû cihgirtina li nava refên gerîla û hesabpirsîna ji dijmin. Ew li hemû herêmên herî zehmet bi coşeke mezin meşiya û bi fedekariyê li hemberî hemû zehmetiyan bi ser ket. Hevalê Dîrok ku milîtanekî rûken û bi coş bû, bi çalakiya xwe ya fedayî cihê xwe di nava şehîdên têkoşîna azadiyê de girt."