Meclîsa Damezirîner, dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kir

Meclîsa Damezirîner a Federalîzma Demokratîk a Bakurê Sûriyê, êrîşên hêzên Tirk ên bi ser gelê Kobanê de û lêkirina dîwarê dagirkeriyê şermezar kir.

Meclîsa Damezirîner a Federalîzma Demokratîk a Bakurê Sûriyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê êrişên hêzên dagirker ên Tirk bi ser gelê Kobanê de û lêkirina dîwar şermezar kir.

Meclîsê bi bîr xist ku leşkerên Tirk sînorên Rojava binpê kirine û sivîl qetil kirine û wiha berdewam kir :’’ Nuqteyên şervanên QSD’ê hedef têne girtin û qanûnên navnetewî binpê dikin. Lê li dijî van hemû tiştan raya giştî bêdeng dimîne. Tirkiye ji Eyndîwerê bigirin ta bi Efrînê, li ser xeta sînor êrîşê tîne ser xaka Rojava.

Em weke Meclîsa Damezîrîner a Federalîzma Demokratîk a Bakurê Sûriyê êrîşên hêzên dagirker ên Tirk ên bi ser Kobanê de û lêkirina dîwarê dagirkeriyê şermezar dikin. Di êrîşan de du ciwan şehîd ketin, 90 kes jî bi bombeyên gazê birîndar bûn.

Ne tiştekî exlaqî ye ku raya giştî ya navnetewî li hemberî êrîşên Tirkiyê û rejîma Baas bêdeng bimînin. Êrîş dagirkeriyên bi şêwaza Osmanî ne.

Raya giştî ya navnetewî û hêzên koalîsyonê li hemberî van êrîşan divê tevbigerin. Em sersaxiyê ji malbatên wan kesan re dixwazin ku li Kobanê şehîd ketin û şîfayê ji birîndaran re dixwazin.