Cenazeyên şervanên YPG/YPJ'ê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin

Cenazeyên çar şervanên YPG/YPJ ên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan, li Şehîdgeha Şehîd Xebat a li Dêrikê hatin veşartin.

Cenazeyên cangoriyên YPJ/YPG'ê Zubeyde Zengîn (Rozerîn Azadî), Laleş Tahir (Dildar Mezre), Selahedîn Demîr (Kortay Feraşîn) û Osman Aslan (Rohat Amed) di dem û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê gelek welatiyên li Dêrik û Girkê Legê ve ji Nexweşxaneya El Wetenî hatin girtin.

Hevserokê Meclisa Damezrîner ê Sîstema Federaliya Demokratîk Mensûr El-Selûm û Cîgirê Hevserokê Kantona Cizîrê Efram Îbrahîm û şêniyên kampa Newroz beşdarî merasîmê bûn.

Merasîma li Şehîdgeha Şehîd Xebat, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir. Fermandara YPJ'ê Lorîn Efrîn li pêşiya merasîmê axivî û sersaxî ji malbata hemû cangoriyan re xwest. Efrîn berxwedana gelê Kobanê ya li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê silav kir.

Rêveberê Tevgera Civaka Demokratîk ê bajarê Dêrikê Seîd Sîpan piştre mafê axaftinê girt û soz da ku li hemberî êrîşa dijminên mirovahiyê bisekinin.

Cîgirê Hevserokê Kantona Cizîrê Efram Îbrahîm di dewamiya merasîmê de axivî û got, "Pêkhateyên herêmê ereb, suryan û kurd jiyana hevbeş a li ser bingehê felsefeya neteweya demokratîk hilbijartin. Dijminên me gelek in û em niha li hemberî wan şer dikin û em ê şerê xwe dewam bikin."

Li dû axaftinan girseya gel cenazeyên cangoriyan spart axê.